20 jinên ciwan bûn gerîla

Nûçeyên Jin

Sêşem 15 Tebax 2023 - 15:55

Komek ji jinên ciwan a ji 20 kesan bi daxuyaniyekê da zanîn ku ew tevlî nava refên gerîla dibin. Jinên ciwan got, “Em soz didin ku di şexsê şehîdên Zap, Avaşîn û Metînayê de, tola şehîdan hilînin û xwedî li mîrateya wan derkevin û azadiya fîzîkî ya Rêber Apo misoger bikin.”

Ciwanan di daxuyaniya xwe de got, “Dewleta Tirk bawer dikir ku bi dîlgirtina Rêber Apo, ew ê PKK´ê tesfiye bike û gelê Kurd tine bike. Lê berxwedana Rêber Apo ya li girava Îmraliyê ya 25 salan jî dide xuyakirin ku ev xeyalên wan pûç bûne û fikir û felsefeya Rêber Apo ne tenê li Rojhilata Navîn li tevahiya cîhanê belav bûye û ti carî jî nayê tinekirin.

Şoreşa Rojava ya ku bi pêşengiya jinan bi pêş ket, bêguman bingehê xwe ji fikir û felsefeya Rêber Apo digire. Îro fikir û felsefeya Rêber Apo ya ku ji bo azadiya jinê bi pêş xistiye, bandor li me jinên ciwan kir. Îro ne tenê em, li her deverê cîhanê jin ji fikrê Rêbertî û Şoreşa Rojava îlhamê digrin. Şoreşa ‘Jin jiyan azadî’ a ku li cîhanê belav bûye, îro bi hezaran jinan li derdora xwe kom dike. Ji ber vê dewletên dagirker îro dengê qêrîna azadiya jinê li ku bilind dibe, êrişî nasname û hebûna jinê dikin. Bi vê re dixwazin ji Rêbertiyê tolê hilînin. Lê em ê bi redkirina pergala qirêj re derba herî mezin li dijmin bixin. Em ê jî wek jinên ciwan bi dirûşmeya Jin Jiyan Azadî xwedî şoreşa jinan derkevin. 

 

Ji bilî gerîlabûnê ti rêya din li ber ciwanan nîne

Em wek ciwan, jiyaneke bê Rêbertiyê qebûl nakin, ev jiyan jiyaneke heram e. Em ê li derdora dirûşmeya ‘Kes nikare roja me tarî bike’ kom bibin û pêl bi pêl berê xwe bidin jiyana azad û bi rûmet. Êdî em dixwazin bi Rêbertiyê re li Kurdistaneke azad bijîn. Welatekî ku her roj di bin dagirkeriyê de ye tişta ku ji bo me nayê qebûl kirin bê çalakbûne. Li ser vî esasî em wek jinên ciwan biryara çalakiya mezin didin. Me ji bo jiyaneke azad û bi rûmet berê xwe da çiyayên azad. Heta ku welatê me di bin dagirkeriyê de be, heta ku Rêberê me bi fizîkî azad nebe, li pêşiya jinên ciwan û ciwanan ji derveyî rêya gerîlabûyînê ti rêyeke din nîne.”

BEHDÎNAN

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2025 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.