- 2 zarokên Êzdî yên DAIŞê 2014an revandî li Tirkiyê radestî Nêçîrvan Barzanî kirin.
Di serdana 4ʼê Îlonê ya Nêçîrvan Barzanî ya Enqerê de bûyereke balkêş ew bû, 2 zarokên Êzdî yên DAIŞê 2014an revandî li Tirkiyê radestî Nêçîrvan Barzanî hatin kirin.
Emîr Xwedêda û Emîra Xwedêda Husên bi balafira Barzanî birin Başûrê Kurdistanê. Herdu zarok li Yetimxaneyekê dihatin ragirtin. Herçiqasî Xwinga wan doza zarokan jî kiribû dadgeha dewleta Tirk riza dê û bavê wan dixwest. Lê dê û bav jixwe ji alî DAIŞê ve hatibûn kuştin.
Di demekê de dewleta Tirk bi hev re Şengal kirine hedefa xwe, radestkirina van zarokan di dema serdana Nêçîrvan Barzanî de bal kişand û bû sedema gelek pirsan.
NAVENDA NÛÇEYAN