Li mezraya Yekmal a Mergeha bi ser Qilebana Şirnexê zarokên bi navê Yûsûf Ata (14) û Caner Sak (16) ên li ber pez bûn, di 21’ê Adarê de saet di 15.00’an de pê li mayînê kirin û jiyana xwe ji dest dan. Zarokên ku mayîn bi wan teqiyabûn rakirin nexweşxaneyê lê zarok nehatin rizgarkirin. Malbatan cenazeyên zarokên ji nexweşxaneyê girtin û li gund veşartin. Cenaze her du li kêleka hev definkirin.

Li gorî Peymana Ottawayê Tirkiyeyê qewl daye ku heta sala 2022’an mayînan paqij bike. Lê ji ber paqijnekirina van mayînan gelek zarok û sivîl jiyana xwe ji dest didin.

Li gorî rapora Baroya Amedê ya ku di sala 2020’an de amade kiribû nêzî 180 kes ji ber mayîn an jî muhîmatên leşkerî yên neteqiyayî jiyana xwe ji dest dane yan jî seqet bûne. Piranî ev mayîn li Amed, Çewlik, Dêrsim, Sêrt, Şirnex û Wanê diteqin û qurbanî gelek caran zarok in. 

Li gorî rapora Komîteya Şopandiya Mayînên Bejahiyê (Landmîne Monîtor) ya di sala 1999’an de li Tirkiyeyê nêzî milyonek mayîn di bin erdê de ne. Mayîn jî hema bêje hemû li Bakurê Kurdistanê ne.

NAVENDA NÛÇEYAN