2 Şehîdên Qaşûrayê

Sêşem 23 Mijdar 2021 - 23:30

  • HPG’ê nasnameya 2 gerîlayên li qada Qaşûrayê şehîd bûn, eşkere kir û got, “Hevrêyên me Bextiyar û Xebat bûn milîtanên mînak ên Gerîlatiya Modernîteya Demokratîk.

HPG’ê nasnameya 2 gerîlayên li qada Qaşûrayê şehîd bûn, eşkere kir û got, “Hevrêyên me Bextiyar û Xebat bûn milîtanên mînak ên Gerîlatiya Modernîteya Demokratîk. Di têkoşîna xwe de em ê her tim xwedî li bibîranîna wan derkevin.”

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê got, "24’ê Cotmeha 2021’ê li qada Qaşûra ya Metînayê, hevrêyên me Bextiyar û Xebat di encama bombardûmana dewleta Tirk a dagirker de şehîd bûn." 

HPG´ê ji bo şehîd Bextiya Dijwar got, "Hevrêyê me Bextiyar li gundê Hespistê yê  Hezexê ji dayik bû. Ew sala 2013’an tevlî nava refên gerîla bû. Di doza azadiyê ya gelê me de hewl da erk û berpirsyariyên xwe bi cih bîne.

Hevrêyê me Bextiyar di demeke kurt de veguherî gerîlayekî şareza, ew di asta pêşengiyê de bû fermandar. Bi asteke jiyanî nêzî perwerdeyên pisporiya Gerîlatiya Modernîteya Demokratîk bû û bû gerîlayekî profesyonel. Hevrêyê me Bextiyar wê her tim weke pêşengekî hevrêyên xwe be."

HPG´ê ji bo şehîd Xebat Hîmo jî got, "Hevrêyê me Xebat li Qamişloyê li gundê Hîmo ji dayik bû. Wî sala 2011’an biryar da ku tevlî nava refên gerîla bibe. Hevrêyê me Xebat weke gerîlayekî Kurdistanê li herêmên cuda yên welatê me karê gerîlatiyê kir.

Hingî Şoreşa Rojava pêk hat û di pêvajoya vê şoreşê de bi sedan ewladên leheng ên gelê me şehîd bûn. Yek ji van lehengan jî birayê hevrêyê me Xebat bû. Ji bo tola birayê xwe hilîne, biryar da ku tevlîbûneke xurttir bike. Xwe li her qadê perwerde kir û bû milîtanekî mînak ê Apoyî. Hevrêyê me Xebat li herêma Metînayê bi tevlîbûna xwe ya kedkar û durust gelek karên girîng bi ser xistin û tevlî nava karwanê şehîdan bû."

Nasnameya şehîdan jî wiha hat eşkerekirin:

- Bextiyar Dijwar (Serhat Tekîn) ê li Şirnexê ji dayik bûye, kurê Hasîbe û Mûrat

- Xebat Hîmo (Rewan Ehmed Osman) ê li Qamişloyê ji dayik bûye, kurê Cewahîr û Ehmed Osman

BEHDÎNAN

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.