2 şehîdên Metînayê 

În 2 Tîrmeh 2021 - 02:52

HPG'ê nasnameya 2 gerîlayên li Metînayê şehîd bûn eşkere kir û got, "Em sersaxiyê ji malbatên hêja yên hevrêyên xwe Şaho û Hêvî, ji gelê Kurdistanê yê welatparêz re dixwazin." 

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG'ê daxuyaniyek da. Daxuyanî wiha ye: ''2'ê Hezîrana 2021'ê li Girê Koordîne yê herêma Metînayê, di dema çalakiyê de şer qewimî û di encamê de hevrêyên me Abdurrehman Fahrî bi nasnav Şaho Çalak ê li Ciwanro ji dayik bûyî û Kînem Aslan bi nasnav Hêvî Jînda ya li Stenbolê ji dayik bûyî, bi lehengî li dijî artêşa Tirk a dagirker şer kirin, şehîd bûn.

Hevrêyên me Şaho û Hêvî bi sekn û daxwaza xwe ya ji bo serketinê, li dijî mêtingeriya Tirk a li herêma Metînayê bûn milîtanên pêşeng ên berxwedana dîrokî. Di serî de malbatên hêja yên hevrêyên me Şaho û Hêvî em sersaxiyê ji tevahiya gelê Kurdistanê yê welatparêz re dixwazin û soza xwe dubare dikin ku em ê serketinê teqez misoger bikin."

ANF/BEHDÎNAN

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.