2 şehîdên Heftenînê

Yekşem 20 Îlon 2020 - 15:44

  • HPG´ê da zanîn ku 6´ê Tebaxê li Heftenînê gerîlayên wê Kendal Welat Dêrsim û Devrîm Seyfettîn şehîd bûne.

 

HPG'ê nasnameya 2 gerîlayên li Heftenînê şehîd bûn eşkere kir û got, "Em soz didin ku em ê mîrateya têkoşînê ya ku şehîdan radestî me kirine bi serketinê tacîdar bikin."
Daxuyaniya Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG'ê ya li ser mijarê wiha ye:
"6'ê Tebaxê di êrişa hewayî ya artêşa Tirk a dagirker de li herêma Heftenînê ya Herêmên Parastinê yên Medyayê hevrêyên Xemgîn Ozturk bi nasnav Kendal Welat Dersim a li Mêrdînê ji dayik bûye û Sidika Narîn bi nasnav Devrîm Seyfettîn a li Amedê ji dayik bûye, şehîd bûn.
Di serî de malbatên hêja yên hevrêyên me yên şehîd bûne bila serê gelê Kurdistanê yê welatparêz sax be û em soz didin ku em ê têkoşîna ku şehîdan radestî me kirine bi serketinê tacîdar bikin."

ANF/BEHDÎNAN

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.