2 şehîdên Gabarê

Yekşem 21 Mijdar 2021 - 23:01

  • HPG'ê nasnameya 2 gerîlayên ku li Gabarê di 15’ê Cotmehê de ji ber bombardûmana dewleta Tirk şehîd bûne eşkere kir. 

HPG'ê nasnameya 2 gerîlayên ku li Gabarê di 15’ê Cotmehê de ji ber bombardûmana dewleta Tirk şehîd bûne eşkere kir. 

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG'ê got, "Dewleta Tirk a dagirker 14'ê Cotmeha 2021'ê li herêma Gabarê dest bi operasyonekê kir. Di dema vê operasyonê de hevrêyên me Amed û Egîd ji bo derbê li dagirkeran bixin ketin nava liv û tevgerê. Di 15'ê Cotmeha 2021'ê de di encama bombardûmanê de şehîd bûn.

HPG´ê ji bo şehîd Amed Firat Farqîn got, "Hevrêyê me Amed li navçeya Farqînê ya Amedê ji dayik bû. Sala 2014'an li Botanê tevlî nava refên gerîla bû. Pêşî li çiyayê Gabarê perwerde bû. Li gelek deverên Gabarê kar kir, li her bihosta xaka wê ked da, li gel gelek wezîfeyan fermandarî jî kir. Sala 2018'an derbasî Herêmên Parastinê yên Medyayê bû ji bo tecrûbeyên xwe bigihîne hevrêyên xwe û bi perwerdeya partiyê re bêhtir şareza bibe, beşdarî perwerdeya akademiya leşkerî bû. Weke fermandar li Gabarê li cihê ku lê dest bi gerîlatiyê kir, vegeriya û bi îdîaya serketinên mezin dest bi kar kir. 15'ê Cotmeha 2021'ê li herêma Gabarê di operasyona dagirkeran de di encama bombardûmanê de şehîd bû."

HPG´ê ji bo şehîd Egîd Firat jî got, "Hevrêyê me Agît li Nisêbînê ji dayik bû. Bi dilsoziya bi têkoşîna azadiyê û çanda civakî ya Torê mezin bû. Di Newroza sala 2014'an biryar da ku agirê têkoşînê yê Kawayê Hemdem Mazlûm Dogan li çiyayên Kurdistanê gur bike û di roja Newrozê de tevlî nava refên gerîla bû. Li Garê, Zap û Cîlo û li gelek qadên Herêmên Parastinê yên Medyayê kar kir û bû xwedî tecrûbeyên mezin. Xwegihandina çiyayê Gabarê ku fermandarê me yê mezin hevrê Egîd lê bû efsane, di dilê hevrêyê me Egîd de hestên mezin afirandin û her gava xwe jî bi vê hişmendî û berpirsyariyê avêt. 15'ê Cotmeha 2021'ê li Gabarê tevî hevrêyê me Amed Firat Farqîn şehîd bû.

Hevrêyên me Amed û Egîd wê bibin hinceta me ya têkoşînê û li Kurdistana Azad em ê xwedî li bîranîna wan derkevin."

Nasnameyên gerîlayên şehîd wiha ne:

* Amed Firat Farqîn (Firat Gîzlenç) ê li Amedê ji dayik bûye, kurê Pakîze û Emîn

* Egîd Firat (Agît Çakmaz) ê li Nisêbînê ji dayik bûye, kurê Gulê û Mehmet Şerîf. 

BEHDÎNAN

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.