• Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG´ê nasnameya 2 gerîlayan eşkere kir ku li Heftenînê 30´ê Cotmehê şehîd bûbûn.

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG´ê nasnameya 2 gerîlayan eşkere kir ku li Heftenînê 30´ê Cotmehê şehîd bûbûn. Wê got, “Di daxuyaniya 2’ê Mijdara 2021’ê de me ragihandibû ku 30’ê Cotmehê li herêma Heftanînê di dema çalakiyekê de 6 dagirker hatin cezakirin, hevrêyekî me birîndar bûye. Hevrêyê me Çekdar ku di şer de bi rengê fedayî bi ser çeperên dijmin de çû û derbên giran li dagirkeran xistin, bi giranî birîndar bû. Hevrêyê me Nûman hevrêyê me yê birîndar bi qedemeyekê ji qada şer derxist. Piştre şerekî giran qewimî û di vî şerî de hevrêyên me Çekdar û Nûman heta fîşekên xwe yên dawî şer kirin. Di encama vî şerê dijî dagirkeriyê de şehîd bûn.”

HPG´ê ji bo şehîd Çekdar Zîlan got, “Hevrêyê me Çekdar sala 2014’an tevlî nava refên gerîla bû. 7 salan li Heftenînê gerîlatî kir û weke gerîlayekî şareza, fedakar û fedayî demeke dirêj ked da. Di çalakiya dawî de bi ser çeperên dagirkeran de çû û gelek dagirker ceza kirin.”

HPG´ê ji bo şehîd Nûman Amed jî got, “Hevrêyê me Nûman sala 2014’an tevlî nava refên Gerîlayên Azadiyê bû.

Têkoşîna li ser xeta Rêber Apo timî ji xwe re kir esas. Hevrêyê me Nûman di çalakiya Heftanînê de xwedî roleke mezin bû, bi ser çeperên dijmin de çû, gelek dagirker ceza kirin û piştî çalakiyê hevrêyê me Çekdar ê bi giranî birîndar bû bi tenê nehişt, ji qada şer derxist. Piştre jî di şerê dijî dagirkeran de heta fîşeka xwe ya dawî şer kir û tevî hevrêyê me Çekdar tevlî nava karwanê nemiran bû.”

HPG´ê sersaxî ji malbatên şehîdan û gelê Kurdistanê re xwest.

Agahiyên li ser nasnameya her du şehîdan jî wiha ne:

- Çekdar Zîlan (Bûrhanettîn Tasman) ê li Mêrdînê ji dayik bûye, kurê Gulistan û Selahattîn


- Nûman Amed (Saîd Ozturk), ê li Amedê ji dayik bûye, kurê Gulê û Ramazan.

BEHDÎNAN