2 şehîdên Cûdî
Sêşem 18 Gulan 2021 - 03:16
HPG’ê nasnameya 2 gerîlayên li Cûdî şehîd bûne, eşkere kir. HPG’ê got “Malbatên hêja yên hevrêyên me yên şehîd di serî de, em sersaxiyê ji gelê Kurdistanê re dixwazin.”
Daxuyaniya Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê wisa ye: “Di 19’ê Mijdara 2020’an de artêşa Tirk a dagirker li qada Girê Hirmo ya Cûdî operasyonek dabû destpêkirin. Di vê operasyonê de Cûdî hate bomberdûmankirin. Ev operasyona di 23’ê Mijdarê de bi dawî bû, tê de hevrêyen me Mansûr Yiltaş bi nasnav Kendal Licê yê li Amedê ji dayik bûye û Fahrettin Rûvanas bi nasnav Bahoz Botan ê li Şirnexê ji dayik bûye şehîd bûn.
Malbatên hêja yên hevalên me yên şehîd di serî de, em sersaxiyê ji hemû gelê Kurdistanê re dixwazin û soza xwe dubare dikin ku em ê li ser xeta şehîdan armanca wan pêk bînin.”
ANF/BEHDÎNAN