- Li herêma Toskana ya Îtalyayê, li ser Jineolojiyê panelek hate lidarxistin û gelek kes tevli panelê bûn.
Li herêma Toskana ya Îtalyayê, li ser Jineolojiyê panelek hate lidarxistin û gelek kes tevli panelê bûn.
Li bajarê Florensa yê herêma Toksanayê di 7 û 8’ê Gulanê de bi beşdariya 300 kesan li komîna Mondeggî panelek li ser Jineolojiyê hate lidarxistin.
Di panelê de şoreşa jinên Kurd bi berferehî hate nirxandin. Endamên Komîteya Jineolojiyê ya Ewrûpayê li panelê tecrûbeyên tevgera jinên Kurdistanê parve kirin.
Kesên tevli panelê bûn, êrişên dewleta Tirk ên li dijî Kurdistanê jî nirxandin û wan got, li dijî van êrişên dagirkeriyê, divê ew giraniyê bidin ser kampanya îmzeyan a ji bo derxistina PKK'ê ji lîsteya 'rêxistinên terorîst'.
Di panelê de pirtûka "Jin, jiyan, azadî" ku ji aliyê Înstîtuya Andrea Wolf a li rojavayê Kurdistanê bi zimanê Îtalyanî hatiye amadekirin jî, hate nasandin.
NAVENDA NÛÇEYAN