2 Kurdên din hatin bidarvekirin
Şemî 9 Adar 2024 - 00:31
Rêxistina Mafê Mirovan a Kurdistanê ragihand ku li bajarê Mihabad ê Rojhilatê Kurdistanê, 2 girtiyên Kurd hatin bi darvekirin. Hate diyarkirin ku navê girtiyên hatin bi darvekirin Ebas Dadwer ku xelkê Mihabadê ye û bavê zarokekê ye, girtiyê din jî bi navê Fexredîn Mengur Nejad xelkê bajarê Şîno ye.
Hêjayî gotinêye ku her du girtî beriya 4 salan ji aliyên hêzên rejîma Îranê ve hatibûn girtin.
ROJNEWS