• Çeteyên dewleta Tirk, li navçeya Mabata ya Efrînê 2 kes revandin û ji bo berdana wan jî fîdye xwest.

Çeteyên dewleta Tirk, li navçeya Mabata ya Efrînê 2 kes revandin û ji bo berdana wan jî fîdye xwest.

Dagirkerên çete yên ser bi 'Polîsên Leşkerî' û 'El Nuxbe' yên dewleta Tirk a dagirker, kesên bi navên Ehmed Hanan Reşo (55) û Manan Seîd Şêx Seydî (32) yên ji gundê Şêxutkê yê navçeya Mabatayê revandin. Hate ragihandin ku çeteyan kesên revandî birine zindanên li navçeya Mabatayê ku piştre wê wan veguhêzin zindanên li Efrînê.

Çavkaniyan got, çeteyan ji bo serbestberdana kesên revandî, hezar û 500 lîreyê Tirk fîdye ji malbatên wan xwestiye.

Li gorî parêzvanên mafên mirovan heta dawiya sala 2021'ê dewleta Tirk li Efrînê di nava 4 salan de zêdeyî 700 sivîlan qetil kirin, herî kêm 8 hezar û 500 sivîl revandin.

ŞEHBA