Li bajarê Milano yê Îtalyayê 2 hezar û 300 kes bi hev re reqisîn. Şagirtên dansê (balerîn) li meydana “Piazza Del Duomo” hatin gel hev û perwerdekarê dansê Roberto Bolle, ev çalakî bi rê ve bir.
Dema şagirtên dansê li meydanê reqisîn, xelkê jî li wan temaşe kir û bi dansa wan şa bû. Şagirtên ku dans kirin, cilên spî yê dansê li xwe kiribûn. Ji lewre, li meydana Piazza Del Duomo dîmenên xweşik derketin holê.
Dansa şagirtan ya li meydanê sê rojan dewam kir.
MÎLANO