2 gerîlayên li Wanê şehîd bûne
Çarşem 9 Îlon 2020 - 15:48
- HPG'ê nasnameya 2 gerîlayên li Wanê di êrişa hewayî de şehîd bûn eşkere kir.
HPG'ê nasnameya 2 gerîlayên li Wanê di êrişa hewayî de şehîd bûn eşkere kir û got; "Em soz didin ku em ê têkoşîna şehîdên xwe yên leheng bi ser bixînin."
Daxuyaniya Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG'ê wiha ye:
"Di daxuyaniya xwe ya 13'ê Tebaxa 2020'an de me ragihandibû ku 11'ê Tebaxê artêşa Tirk a dagirker li qada Kato Xelîla ya navçeya Şaxê ya Wanê dest bi tevgereke dagirkeriyê kir û di encama êrişa hewayî de hevalên me Belyen Bozyigit bi nasnav Destan Hezo yê li Batmanê ji dayik bûyî û Mûrat Şîpal bi nasnav Rêber Mordem ê li Wanê ji dayik bûyî şehîd bûn.
Di serî de malbatên hêja yên hevrêyên me Destan û Rêber ên şehîd bûn em sersaxiyê ji tevahiya gelê Kurdistanê yê welatparêz re dixwazin û soz didin ku em ê têkoşîna şehîdên xwe yên leheng bi ser bixînin."
ANF/BEHDÎNAN