Hevserokatiya Partiya Jiyana Azad a Kurdistanê (PJAK) bi daxuyaniyeke nivîskî nasnameya 2 gerîlayên ku li Herêma Çem Şilêr a ser bi bajarê Pêncwînê ya ser bi Silêmaniyê şehîd bûne, eşkere kir. PJAK'ê di daxuyaniya xwe de ragihand ku hevalê wan Mehdî Rizayî bi nasnav Zagros Manî yê li Kirmanşanê ji dayik bûyî û Ako Fetih bi nasnav Şewger Çiya yê li Sineyê ji dayik bûyî, dema li ser erka xwe bûn, di encama komploya rejîma Îranê de şehîd bûn.

Di daxuyaniya PJAK’ê hate gotin; "2 kes bi armanca dîtina komek hevalên me, serdana Herêma Çem Şilêr dikin. Ev du kesên kirêkirî, bi pîlaneke berê hatî amadekirin, diçin gel hevalên me û dema firsendê dibînin pîlana xwe pêk tînin. Di encamê de 4'ê Sibata 2021'ê de her du hevalên me bi şêwazek ne mirovane tên qetilkirin. Ev bûyer carek din rûyê dij mirov ê komara dagirker ya Îslamî nîşan da."

ROJNEWS/SILÊMANÎ