• HPG’ê nasnameya 2 gerîlayên li Amedê şehîd bûbûn, eşkere kir.

HPG’ê nasnameya 2 gerîlayên li Amedê şehîd bûbûn, eşkere kir. HPG’ê got: “Berxwedana hevrêyên me Nûman û Adir wê her dem ji bo têkoşîna azadiyê bibe çavkaniya îlhamê.”
Daxuyaniya Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê wisa ye:
“8’ê Hezîranê, li nêzî gundê Hindisê yê Qada Şehîd Kendal a Amedê di dema tevgereke dagirkeriyê ya artêşa Tirk de, di navbera hêzên me û dagirkeran de şerek qewimîbû. Di vî şerî de hevrêyên me Ramazan Ûgûrlûyan bi nasnav Nûman Birûsk Helhel ê li Amedê ji dayik bûyî û Ramazan Gorkan bi nasnav Adir Xiznigos ê li Amedê ji dayik bûyî derbên giran li dijmin xistin, heta fîşeka xwe ya dawî şer kirin û şehîd bûn.
Hevrêyên me di gelek qadên berxwedanê de cih girtine. Bi salan di nav refên berxwedanê yên li Amedê decih girtine. Nûman û Adir bi îradeyeke xurt a Apoyî bi tena serê xwe li dijî artêşa Tirk a dagirker bi saetan şer kirine û derbên giran li dagirkeran xistine. Berxwedana hevrêyên me Nûman û Adir wê her dem ji bo têkoşîna azadiyê bibe çavkaniya îlhamê.
Malbatên hêja yên hevrêyên me Nûman û Adir di serî de, em sersaxiyê ji hemû gelê Kurdistanê yê welatparêz re dixwazin û soza xwe dubare dikin ku em ê alaya azadiyê ya şehîdên xwe yên qehreman bigihînin serfiraziyê.”
ANF/BEHDÎNAN