1991 û 1992’ya Hozan Şemseddîn

Nûçeyên Forum

În 17 Adar 2023 - 03:24

LUQMAN GULDIVÊ

 

Hozan Şemseddîn, bi navê belav Şemo, di Newrozên salên 1990´î de her hazir bû. Jixwe daholvan ser wî re nebûn. Ji bo Ajansa Mezopotamyayê Ahmet Kanbal çûye Nisêbînê û pê re peyiviye. “Daholvanê Newroza 1992'yan: Bila azadiya me li cîhanê olan bide” nûçeyeke xweş bû. Lê weke carê Hozan Şemseddîn, Newrozên sala 1991´ê û 1992´yan kiribûn yek û di nav hev de behsa wan kiribû. 

Hozan Şemseddîn li her du Newrozan jî hazir bû. Hozan Şemseddîn, berê di weşanên kanalên cihî de jî bûyerên her du Newrozan di nav hev de gotibûn*. Ji bo safî bibe, ez bibêjim: Di Newroza 1992´yan de li Nisêbînê, ji ber beşdariya zêde ya xelkê, dewleta Tirk newêriya êriş bike. Ji ber wê Newroz tam weke cejnekê bihurî. Lê rojeke piştre, gava xelkê xwest komkujiyên li Cizîr û Şirnexê rûreş bikin, yanî 22´yê Adara 1992´yan hêzên dagirker ên dewleta Tirk, bi du panzêran li ser Pira Şehîdan pê li mirovan kirin. Hingê 21 kes şehîd bûn. Ji ber ku hin cenaze li ber ava çemê Nisêbînê çûn, 16 cenaze hatin dîtin. 

Di nûçeya Ahmet Kanbal de Hozan Şemseddîn hem behsa Newroza 1992´yan dike, hem jî meseleya 1991´ê jî weke anektodekê dibêje. Min bi xwe jî şahidî lê kir. Newroza 1991´ê, li ber înşaeta “kitêbxaneyê” bi lastîkên kevin agirekî mezin hat dadan. Şemo jî li wir li daholê dida. Piştî ku xelk li wir xilbe bû, meşekê ber bi Mezelên Şehîdan ve dest pê kir. Meş wê di “Uçyola” Nisêbînê re bibihuriya. Beriya wê hêzên dewleta Tirk, xasma tîmên taybet rêya ku ji rêya hesinî diçe Uçyolê girtibû. Hozan Şemseddîn li pêşiya xelkê bû, gava ew fitilî wê rêyê û çav bi tîmên taybet ket, wî li daholê dida. Çawa çav bi wan ket, wî dev ji lêdana daholê berneda. Pê re jî hêzên dagirker nêzî mizgefta li ser wê rêye, gule li xelkê reşandin. hozan Şemseddîn hingê reverev bi paş ve hat. Gundiyekî min gule li serê wî ket. Ji ber ku me nekarî erebeyekê peyda bikin, me ew bi bisiklêtekî sêtekel ê bar heta bi erasê bir. Ji wir jî bi dolmîşê ew bi birîndarî birin nexweşxaneyê, lê şehîd bû.

Hozan Şemseddîn behsa vê bûyera Newroza 1991´ê dike. Lê bi Newroza 1992´yan re jî tevlîhev dike.  Rast e, ew li Newroza 1991´ê û ya 1992´yan hazir bû û dîmen û wêneyên wî jî hene. Lê gava behsa wan dike, di nav hev de behsa wan dike. Sedema wê jî, ew kesekî henekoyî ye. Yanî hez dike kêfa xelkê û kenê xelkê bîne; zêde ji bo wî sal ne muhim e. 

Cihê ku Hozan Şemseddîn van gotinên li jêr dibêje, ew behsa Newroza 1991´ê dike û lazim e, em vê wiha jî sererast bikin: "Ji me re digotin, 'neçin wê we bikujin.' Zilm hebû. Welehînê, dinya bi hev ketibû. Heya êvarê şer bû. Bi Xwedê li hemberî mizgeftê sekvan li eniya yê li kêleka min xist û ew kes bi ser dahola min de ket. Hin jê ji lingên xwe birîndar bûn. Lê kes nereviya."

 

* Di bernameya kanaleke cihî de dibêje sala 1992´yan bû û behsa meseleya 1991´ê dike di 01:10´an de: https://youtu.be/N62T7DkvWRM

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2025 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.