18 şagirtên şanoyê yên siberojê

Nûçeyên Çand/Huner

Çarşem 13 Îlon 2023 - 00:08

Ji Komîna Şanoyê ya Tevgera Çand û Hunerê ya kantona Efrîn û Şehbayê piştî mehekê ji perwerdeya li ser bingehên şanogeriyê li hola Çiyayê Kurmênc a navçeya Ehdas a kantona Şehbayê, 18 şagirt derçûn.

Komîna Şanoyê ya Tevgera Çand û Hunerê ya kantona Efrîn û Şehbayê di destpêka meha Tebaxa borî de dewreya perwerdeyê ya li ser bingehên şanogeriyê li dar xist ku 18 şagirt tev lê bûn.

Gera siberojê

Piştî qedandina perwerdeyê, dewre bi pêşkêşkirina lîstikekê ji aliyê 18 beşdarên wê li hola Çiyayê Kurmênc bi beşdariya endamên sazî û yekitiyên sivîl bi dawî bû.

Lîstika bi navê "Gera Siberojê" balê dikişîne ser guhertina cîhanê di siberojê de û kontrolkirina kapîtalîzmê û bindestiyê li ser wê û tinebûna awayên jiyana civakî û xwezayî hemûyan û veguherandina mirovan, bi wê yekê ku bişibin robotan. 

ANHA/ŞEHBA

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2023 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.