18 hezar ton genim li erdê maye

Nûçeyên Jiyan/Civak

Sêşem 1 Tebax 2023 - 13:07

Di 25’ê Gulana 2023’yan de embarek ji bo wergirtina genimê îsal yê cotkaran hat vekirin. Biryar hate dayîn ku li beramberî her tonek ya genim 850 hezar dînar ji cotkaran re bê dayîn û bi qasî 735 hezar ton genimê parêzgahên Herêma Kurdistanê ji cotkaran bê wergirtin û ger ev mîqdar tije bibe, ji bo sûd û qezenca cotkaran genimê werdigire bê zêdekirin.
Li Herêma Kurdistanê par 320 hezar ton genim radestî embaran hatibû kirin. Lê îsal ji ber rêjeya zêde ya barîna baranê, cotkaran ji par zêdetir berhemê genim bidest anîn.

Lê ev nêzîkî 15 rojane li Hewlêrê bi heceta “temambûna dema wergirtina genim” li parêzgaha Hewlêre deriyên embarên genim girtine. Zêdetirî 18 hezar ton genim maye ber deriyê embaran. Li gorî ku cotkar dibêjin hikûmetê erkê wergirtina genim daye şîrketek taybet ya bi navê Xoşnaw. Şîrket hemû berhemê genimê cotkaran wernagire yê ku werdigire jî her tonekê bi 700 hezar dînaran werdigire.

Cotkarekê deşta Hewlêrê Mewlûd Hemed Emîn têkildarî mijarê axivî û da zanîn ku ev 14 rojin genimê wan di nava barhilgiran de ye û nizane wê çi bê serê dexlûdanê wî. 

Cotkarê binavê Saleh Sebah ku ev 15 rojin genimê wî li ber deriyê embara Hewlêrê ye têkildarî rewşa xirab a tê de wiha got:“Cotkar zirareke mezin ji vê rewşê dibînin.”

Berhem Ezîz ku cotkarek ji deşta Koyê ye, wiha dibêje; “Piştî evqas westana me, hikûmet genimê me wernagire ji ber wê jî ev rewş me aciz dike. Em daxwaz dikin ku berhemê genimê me yê îsal vala vala neyê mezaxtin û bi heman nirxê hikûmeta Iraqê ji me bê wergirtin.” Rojnews’ê têkildarî mijarê çend caran hewl da bi Rêveberê Giştî yê Wezareta Bazirganî Newzad Şêx Kamil, Rêveberê Embara Hewlêrê û Berpirsê Dexlûdanê Wezareta Bazirganiyê re têkîliyê deyne, lê kesekî ji wan nexwestin li ser mijarê baxivin.

ROJNEWS/HEWLÊR

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2025 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.