179 koçberên din vegeriyan
Şemî 2 Îlon 2023 - 00:15
Wezîra Koç û Koçberan ya Iraqê Êvan Fayeq bi daxuyaniyekê ragihand ku 179 koçberên din yên Êzidî ji wargehên Dihokê vegeriyane ser cih û warên xwe yên li Şengal û herêmên din yên Nînovayê.
Di daxuyaniyê de Êvan bang li hemû aliyên peywendîdar kir ku ji bo vegera koçberan bibin alîkar û ji bo ku hemû koçber vegerin ser cih û warên xwe, asankariyê ji bo wan çêbikin.
NAVENDA NÛÇEYAN