17 saziyên din ji bo azadiya Rêber Ocalan

Nûçeyên Dîaspora

Şemî 17 Nîsan 2021 - 04:17

Li Elmanyayê, rêxistinên ciwanan ên partiya Keskan jî di nav de 17 rêxistin û saziyên din tevlî kampanyaya "Dem hatiye: Ji bo aştiyeke wekhev a li Tirkiyeyê azadî ji Abdullah Ocalan re" bûn.

Koma Xebatê ya Kurd a Efrîkaya Başûr (KHRAG) û Konfederasyona Sendîkayên Efrîkaya Başûr (COSATU) kampanya di 11'ê Çileyê 2021'ê de dabû destpêkirin.

Di çarçoveya kampanyayê de, ku tê xwestin Neteweyên Yekbûyî (NY) di vê mijarê de çalak bibe, ji Sekreterê Giştî yê Neteweyên Yekbûyî Antonio Guterres re name hatin nivîsandin. Di nameyan de hate ragihandin ku li dijî tecrîdkirina şidandî ya li Îmraliyê, Komîteya Pêşîgirtina li Êşkenceyê ya Neteweyên Yekbûyî (CAT) û Komîteya Pêşîgirtina li Êşkenceyê ya Ewrûpayê (CPT) bi lez kar bikin.

Li Elmanyayê jî hejmara saziyên ku piştgiriyê didin kampanyayê zêde dibe. Herî dawî van rêxistinan daxuyanî da û tevlî kampanyayê bûn:
"Alîkariya Sor (Rote Hilfe)" ku li 40 bajarên Elmanyayê şaxên xwe hene, zêdeyî 10 hezar endamên xwe hene û piştgiriyê dide girtiyan, rêxistinên ciwanan "Grüne Jugend" ên eyaletên Hamburg û NRW yên Partiya Keskan, "Seebrücke Berlin", "Womend Defend Rojava (Kampanya Jin Rojava Diparêzin)",  tevgera femînîst a bi navê "Têkoşîna Hevpar (Gemeinsam kämpfen)" , "Kampanya Mexdûrên Tundiya Polîsan a Nijadperest (KOP)", "Kampagne Rheinmetall Entwaffnen", "Rojava-Solibündnis Leipzig", "Attac Hamburg", "Antifa Lueneburg Uelzen", "Make Rojava Green Again", Piştevaniya Sendîkayê ya Komunîst "KOMintern", "Antifaschistische Aktion Lüneburg/Uelzen", "Migrantifa Berlin", "Attac Dortmund", "Feminist Parti Die Frauen."

Meclîsa Gel a Tamîl Eelam û Ya Basta Netzwerk ên li Elmanyayê jî beriya bi çend rojan bi daxuyaniyeke hevpar ragihandibûn ku ew tevlî kampanyayê bûne.

BERLÎN

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.