17 kolber hatin qetilkirin

Şemî 1 Hezîran 2024 - 00:48

Li gorî nûçeya Kolbarnewsê, di nava 70 rojên dawî de 17 kolber li ser sînor ê Kurdistanê ji ber sedemên weke guleyên rasterast ên hêzên rejîma Îranê, hîpotermî, qeyrana dil û ketina ji zinar jiyana xwe ji dest dan. Ji van 12 kolber (ji sedî 71) di encama gulebarana rasterast a hêzên rejîmê de jiyana xwe ji dest dan, kolberek ji ber qeyana dil jiyana xwe ji dest da, 2 kolber ji ber hîpotermiyê jiyana xwe ji dest dan, 2 kolber jî dema li ser sînor dihatin şopandin ji ber ji zinar ketin jiyana xwe ji dest dan. Di nav wan de kolberekî zarok ê 15 salî yê bi navê Hestyar Abdulkerîmî jî heye.

NAVENDA NÛÇEYAN

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2025 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.