16 zarok fêrî xêzkirinê bûn

Nûçeyên Çand/Huner

Sêşem 1 Cotmeh 2024 - 00:09

Di çarçoveya xebatên Navenda Çand û Hunerê yên pêşxistina behreyên zarokan de, li Rimêlanê zêdetirî 3 mehan 16 zarok fêrî wênesaziyê bûn.

Di nîvê meha Tîrmehê de Navenda Çand û Hunerê ya Aram Tîgran a Rimêlanê ya kantona Cizîrê dewreyeke perwerdê ya geşkirina behreyên zarokan a li ser hunera wênesaziyê vekiribû.

Armanc ji vekirina dewreyeke perwerdê xwedîderketina li behreyên zarokan û fêrkirina wênesaziyê ye. Berpirsên navendê û mamosteyan da zanîn ku di perwerdeyê de 16 zarokên xwedî behre û hezkirina wênesaziyê beşdar bûn. Temenên zarokên beşdar ji 6 heta 14 saliyê bûn.

Perwerdê zêdetirî 3 mehan dom kir. Di rojên Înê û Şemiyê de bi rêjeya 2 saetan perwerde dihat dayîn. Mamosteya zarokan û hunermenda şêwekar Zeyneb Selmo zarok perwerde kirin.

Çaverê ye 1ʹê meha Cotmehê, perwerdeya zarokan bi dawî bibe û li navendê beşeke nû were destpêkirin.

ANHA/GIRKÊ LEGÊ

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.