16 dagirkerên dewleta Tirk hatin kuştin

Şemî 14 Çile 2023 - 01:41

Hêzên Rizgariya Efrînê (HRE) li herêmên dagirkirî derbên giran li dagirkeran xistin. Hate ragihandin ku di encama çalakiyan de 16 dagirkerên dewleta Tirk hatine kuştin.

Hêzên Rizgariya Efrînê (HRE) li ser çalakiyên hêzên xwe yên li dijî dagirkerên dewleta Tirk daxuyaniye weşand.

Di daxuyaniyê de hate gotin, "Li hember êrişên artêşa Tirk a dagirker, çalakiyên me yên bersivdayinê dewam dikin" û ev agahî hatin dayin:

"28'ê Kanûna 2022'an li herêma Babê li hember dagirkeran du çalakiyên taybet hatin lidar xistin. Di encama van herdu çalakiyan de polîsek û 6 çete hatin kuştin, 3 çete jî birîndar bûn. Her wiha vîncek hate rûxandin, derb li wesayîtekê jî hate xistin.

3'ê Çileyê li hember baregeha artêşa Tirk a li gundê Kîmarê çalakiyek hate lidarxistin. Di encama vê çalakiyê de 2 leşkerên artêşa Tirk hatin kuştin. 

8'ê Çileyê li herêma Şehbayê dema komek çeteyên dagirker hewl dan ku êrişên heremên me bikin, bersiva wan hate dayin. Di encamê de 2 çete birîndar bûn. Di vê bûyerê de 3 zîncîra BKC û 3 jarjorên AK-47 ket destê hêzên me.

10'ê Çileyê li herêma Babê di encama çalakiyeke sekvanî de çeteyek hate kuştin. Heman rojê dîsa li herêma Babê di encama çalakiyek din de jî 3 çete hatin kuştin. Doçkayek 14.5 hate rûxandin. Dîsa heman rojê li hember baregehek artêşa Tirk a dagirker a li herêma Ezazê çalakiyek din hate lidarxistin. Di encama vê çalakiyê de jî 3 leşkerên artêşa Tirk hatin kuştin, 2 leşker jî birîndar bûn. Dîsa di heman rojê de li herêma Marê di encama çalakiyek sekvanî de çeteyek birîndar bû.

Di encama van çalakiyan de bi giştî 5 leşker, polêsek û 10 çete hatin kuştin, 2 leşker û 6 çete jî birîndar bûn."

NAVENDA NÛÇEYAN

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.