16 berhem hatine nirxandin

Nûçeyên Jiyan/Civak

Şemî 4 Mijdar 2023 - 00:51

SÎMA BIROKÊ / ANHA / QAMIŞLO

Di 7`emîn Mîhrîcana Osman Sebrî ya Wêjeyê de îsal pêşbirk li ser helbestan e. Desteya Çandê ya Herêma Cizîrê û Dîwana Wêjeyê ya Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê her sal vê mîhrîcanê ji bo birêxistinkirina hevdîtina nivîskarên herêmê û pêşxistina berhemên wan, organîze dike. Îsal mîhrîcan bi navê helbestvan û nivîskarê Kurd Melayê Cizîrî ye.

Ji destpêka Çileya 2023`yan ve komîteya amadekar dest bi girtina berheman (pirtûkên helbestan) kir, bi zimanên kurdî, erebî û suryanî berhem xwestibûn. Hejmara berhemên ku gihaştine destê komîteyê 16 e, ji wan 9 bi kurdî û 7 bi erebî ne. Berhemên helbestvanên ji Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, Sûriye, Bakurê Kurdistanê û derveyî welat in.

Beriya 2 mehan ji lidarxistina mîhrîcanê komîteya nirxandina pêşbirkê hat avakirin. (3 kes ji bo kurdî û 3 kes ji bo erebî). Yekemîn car e ku komîteya nirxandinê ji kesayetên derveyî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê pêk tê. Endamên komîteya nirxandinê ji Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, Sûriyeyê û Kurdistanê ne. Li gorî endama komîteya amadekar a 7`emîn Mîhrîcana Osman Sebrî ya Wêjeyê (Sala Melayê Cizîrî) Narîman Evdikê, kesên di komîteya nirxandinê de cih digirin, wêjevanên pispor in. Amadekariyên xelatkirina 3 berhemên bi zimanê kurdî û 3 berhemên bi zimanê erebî tên kirin. Xelatên wan helbestvanan madî û çapkirina her şeş berhemên wan e.

Mîhrîcana Osman Sebrî ya Wêjeyê li gorî derfetên rewşa herêmê tê lidarxistin, ji yekemîn heta 4`emîn mîhrîcanê pêşbirk giştî bû, hemû berhem dihatin qebûlkirin. Lê di 5`emîn de bû çîrok, di 6`emîn de bû roman û 7`emîn jî helbest e.

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.