1500 name ji bo azadiya Ocalan

Nûçeyên Dîaspora

Şemî 19 Hezîran 2021 - 03:59

Li Berlînê, îmzeyên ku ji bo azadiya fizîkî ya Rêber Abdullah Ocalan hatin berhevkirin, ji sekreteriya giştî ya Neteweyên Yekbûyî re hatin şandin. 
Li paytexta Elmanyayê Berlînê ji bo azadiya Rêber Abdullah Ocalan hezar û 500 îmze hatin berhev kirin. Kurdistaniyan nameyên xwe ji Sekreterê Giştî yê Neteweyên Yekbûyî (NY) Antonio Gutarres re şandin.

Koma Xebatê ya Kurd a Efrîkaya Başûr (KHRAG) û Konfederasyona Sendîkayên Efrîkaya Başûr (COSATU) pêşengiyê ji vê kampanyayê re dikin. Di nameyan de ji Sekreteriya Giştî ya NY´yê re tê gotin, "Edî dem e: Kampanyaya îmzeyan a ji bo aştiyeke adilane ya li Tirkiyeyê azadî ji Abdullah Ocalan re". Di çarçoveya kampanyayê de li Berlînê Freie Kurdische Gemeinde e. V (Navenda Civaka Azad a Kurd-Nav-Berlin) weke meclîs îmze kom kirin û hezar 500 îmze ji Antonio Gutarres re şandin.

BERLÎN

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.