150 Efrînî teslîmî çeteyan kirin

Sêşem 16 Mijdar 2021 - 23:35

  • MÎT´a dewleta Tirk a dagirker ji Efrînê 150 kes revandibûn û biribûn hepsa Kilîsê. Niha, gava ku ev kesên revandî teslîmî çeteyên dagirker ên li Efrînê kirin, ev hejmar derket holê. Ev diheman demê de yek ji sûcên şer e jî ku dewleta Tirk li Efrînê dike.

Dewleta Tirk a dagirker miameleya mêhtingerî û qirkeriya herî dijwar misêwa li erdên dagirkirî yên Rojavayê Kurdistanê dike. Nexasim li Efrînê revandina mirovan û her awayê şidetê daimî hene û sereqet diqewimin. Niha eşkere bû ku îstîxbarata dewleta Tirk MÎT´ê herî kêm 150 kesên ji Efrînê revandî li hepsa Kilîsê radigirtin. Wê ev kesên revandî niha şandine hepsên çeteyan ên li Efrînê. Li aliyê din talana misêwa jî dewam dike. Herî dawî çeteyên dewleta Tirk a dagirker darên zeytûnan ên li nêzî Efrînê birrîn û li sûka bajêr weke êzing wan difiroşe. Dagirker wekî din jî êrişên xwe nasekinînin.

Di êrişa dagirkeran a li dijî gundekî Minbicê ciwanek birîndar bû.      

Li gorî çavkaniyekî taybet ji ANHA´yê re ragihandine, îstixbarata dewleta Tirk a dagirker MÎT´ê, welatiyên Kurd ên ji Efrînê revandî berê dibirin li hepsa Kilîsê radigirtin; çavkanî dide zanîn ku ev girtî veguhastine hepsa çeteyên Cebhe El-Şamiyê ya li gundê Kefercenê yê ser bi Efrînê. 

150 welatiyên revandî

Ev çavkaniya ANHA´yê ya taybet dibêje, MÎT´ê gava berê ji Efrînê xelk direvand, ew dibirin hepsa Kilîsê; niha ew girtî veguhestine hepsa çeteyên Cebhe El-Şamiye. 

Li gorî heman çavkaniyan hejmara kesên revandî 150 e û li ser 2 beşan hatine veguhestin û yekser radestî çeteyan hatine kirin. Ev jî nîşan dide ku dewleta Tirk bi revandina Efrîniyan ûderxistina wan ji xaka Sûrî, sûcekî din ê şer jî birêkûpêk dike.

Heman çavkaniyan piştrast kir ku kesên revandî birine girtîgeha li gundê Kefercenê yê ser bi navçeya Şera ya kantona Efrînê. Heps bi xwe mezra ye û xwediyê wê koçberê ji Efrînê yê bi navê Cemîl Qorto ye û li ser rêya di navbera Efrîn û Ezazê de ye. Çeteyan piştî dagirkirina Efrînê, ev gundik desteser kiribû.

120 darên zeytûnan kirin êzing

Li aliyê din çeteyên Siqûr El-Şemal ên dewleta Tirk a dagirker li derdora navenda Efrînê 120 darên zeytûnê birrîn û wek êzing li sûkên bajêr firotin. 

Çavkaniyên ji Efrînê ragihandin ku çeteyên dewleta Tirk, Siqûr El-Şemal ev 120 darên zeytûnan li nêzî Pira Nû ya li navenda bajarê Efrînê, birrîne.

Çavkaniyan da zanîn ku ev dar ên welatiyê Kurd ê bi navê Mihemed Elî Hebîb ê ji Bilbilê ne. Heman çavkaniyan ragihand ku çeteyan darên ku birrîne, wekî êzing li sûkên Efrînê firotine.

Dagirkeriya Tirk ji destpêka dagirkirina Efrînê ve darên zeytûnan dibirre û xwezaya Efrînê talan dike. 

Welatiyek birîndar kirin

Çeteyên dagirker li aliyê Minbicê jî gule berdan gundiyên Ewn Dadatê û welatiyek birîndar bû.

Çeteyên dewleta Tirk doh nîvrojê gule berdan xelkê gundê Ewn Dadatê yê li bakurê Minbicê. Di encamê de Ehmed El-Mesîdef ê 39 salî gava li nav erdên xwe bû, bi guleyên dagirkeran birîndar bû. 

ŞEHBA/MINBIC

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.