• Komeke din a çeteyên dewleta Tirk a dagirker a ji 150 çeteyan ji bajarê Efrînê yê dagirkirî, derbasî Lîbayayê bû.

Komeke din a çeteyên dewleta Tirk a dagirker a ji 150 çeteyan ji bajarê Efrînê yê dagirkirî, derbasî Lîbayayê bû.

Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyê (SOHR) ragihand ku komeke din ji 150 çeteyên pirraniya wan ji çeteyên "Mihemed El-Fatih" a dewleta Tirk a dagirker in, derbasî Lîbyayê bûne.          

SOHR'ê diyar kir ku çeteyên ku derbasî Lîbyayê bûne, pere dane serçeteyan da ku ji axa Sûriyê derkevin û ber bi Lîbyayê ve biçin.

Di 4'ê Sibatê de komeke ku ji 250 çeteyan pêk dihat, piştî ku bi mehan li Lîbyayê mabû, vegeriya Tirkiyê, ew çete girêdayî komên çete yên ser bi dagirkeriyê ne.

Tevî hewldanên navneteweyî yên çareserkirina krîza Lîbyayê jî dewleta Tirk astengkirina van hewldanan didomîne. 

NAVENDA NÛÇEYAN