15 rojên berxwedana Mexmûrê

În 2 Hezîran 2023 - 14:13

Penaberên Wargeha Penaberan ya Şehîd Rûstem Cûdî (Mexmûr), ji 20´ê Gulana 2023´yan ve li dijî hewlên têlkirin, xendekkolan, birclêkirin û dorpêça Artêşa Iraqê ya li ser wargehê, di konên berxwedanê de li ber xwe didin. Leşkerên Iraqê bi wesayîtên zirxî hîna dora wargehê bernedane.

Xelkê wargeha penaberan ya Mexmûrê doh bi şev jî di konên berxwedanê de heta siharê nobet girt û heta niha ev berxwedan dewam dike.

Li aliyê din berdevkê Fermandariya Operasyonên Hevbeş a Iraqê êrişên esmanî yên dewleta Tirk ên li Iraqê şermezar kirin û bang li Tirkiyeyê kir da ku rêzê li serweriya Iraqê bigire û girêdayî pîvanên cîrantiyê be. Xefacî ji Rojnewsê re got, “Em binpêkirinên balafirên şer ên dewleta Tirk ên ser asmanê Iraqê şermezar dikin.”

ROJNEWS/MEXMÛR-MÛSIL

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.