15'ê Tebaxê pîroz kirin
Yekşem 16 Tebax 2020 - 16:18
- Pîrozbahiyên 15´ê Tebaxê li Ewrûpayê dewam kir. Li Fînlandiya, Fransa û Ingilîstanê bi seyran, turnûva û çalakiya ciwanan 15´ê Tebaxê hat pîrozkirin.
Li paytexta Fînlandiya Helsinkiyê, Kurdistaniyan Cejna Vejînê, 15'ê Tebaxê pîroz kir. Pîrozbahiya Cejna Vejînê bi rêzgirtinê dest pê kir. Piştre bi dîlan û govendê Cejna Vejînê hate pîrozkirin, stran hatin gotin.
Li bajarê Fransayê Rennesê, salvegera 36'an a Pêngava 15'ê Tebaxê bi tûrnûvayeke futbolê û çalakiyekê hate pîrozkirin.
Hevserokên Komeleya Civaka Demokratîk a Amara, Melîke Balta û Sedat Sevîndîr piştre axivîn û bal birin ser girîngiya pêngavê. Piştre tûrnûvaya futbolê bi 6 tîman dest pê kir. Di encamê de tîmên Melekê Tawiz û Cenga Heftanînê derbasî fînalê bûn.
Di fînalê de jî tîma Melekê Tawis bi ser ket. Piştî tûrnûvayê hunermend Diyar stranên xwe gotin û çalakî bi dawî bû.
Li paytexta Ingilistanê Londonê, ciwanên Kurd bi çalakiyekê pêngava "Bi hev re serhildan" a TCŞ û TÊKO-JIN silav kir. Çalakî êvarê li yekê ji kolanên herî qelebalix ên Londonê li kolana Harringeyê pêk hat. Di dema meşê de dûyê rengîn hatin bikaranîn û piştî nîv saetê li pêşiya stasyona trenê ya Woodgreenê mîtîngek hate lidarxistin.
NAVENDA NÛÇEYAN