ERKAN GULBAHÇE
Heyva Sor a Kurdistanê di çarçoveya kampanyaya ji bo Rojava de peydakirina cîhazên nefesstandinê de wek gava destpêkê 15 cîhazên nefesstandinê ji Rojava re şandin.
Ji ber belavbûna vîrusa Koronayê li Rojava, Mijdarê Heyva Sor a Kurdistanê kampanyayeke alîkariyê li Ewrûpayê ji bo peydakirina cîhazên nefesstandinê dabû destpêkirin.
Armanca kampanyayê, ew e ku 100 cîhazên nefesstandinê bêne peydakirin û ji Rojava re werin şandin. Heyva Sor a Kurdistanê di vê çarçoveyê de 15 cîhazên nefes standinê ji Rojava re şandin.
Alîkariya xwe ji Rojava re dewam bikin
Nûnerê Têkiliyên bi Derve re yê Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê Silêman Ehmed û nûnerê Heyva Sor a Kurd Dilgeş Fatimî li ser vê yekê daxuyanî da û got, 15 cîhaz wê bikin ku gelek mirov ji mirinê bifilitin. Herduyan malavahiya Kurdistaniyên li Ewrûpayê kir û xwest alîkariyên wan dewam bikin.
Nûnerê Heyva Sor a Kurdistanê li Belçîkayê Faruk Akalan bi bîr xist ku li Rojava qederê 7 hezar kesî bi vîrusa koronayê ketine û ji ber wê kampanyaya wan gelekî muhim e. Wî bi bîr xist ku ji kesên nexweş rewşa hezarî giran e û nebûna têra xwe ya cîhazên nefes standinê, rîska mirina van kesan zêde dike.
Wî da zanîn ku bi rêxistineke alîkariyê ya li Îtalyayê re ew hevkariyê dikin û dixwazin 100 cîhazê bişînin. Di vê çarçoveyê de wan 15 cîhaz gihandine Rojava.
Bibin endam
Berdevkê Heyva Sor a Kurdistanê Murat Vargun jî got, pirraniya 251 kesên ji ber şewba koronayê li Rojava mirine, ji ber nebûna cîhazan û binesaziya xirab mirine û bang li Kurdistaniyên li Ewrûpayê kir da ku destekê bidin kampanyaya Heyva Sor a Kurdistanê.
Faruk Akalan jî xwest Kurdistanî bibim endamê wan û bi bêşeke mehê 5 euro pêşiyê li mirina mirovan bigirin.
Heyva Sor a Kurdistanê vîdeoya ku nîşan dide cîhaz gihîştine Rojava jî parve kir: https://www.youtube.com/watch?v=LCs6TKOboqM