Çalakiya greva birçîbûnê ya li dijî tecrîdkirina Rêber Abdullah Ocalan û binpêkirinên mafan ên li hepsên dewleta Tirk hatibû destpêkirin, di roja 146'an de ye. Çalakiyê 27’ê Mijdara 2020'an li hgepsên dewleta Tirk dest pê kiribû. Çalakiya ku bêdem û bi dor bi koma 29'an dewam dike.
KONGRA-GEL bi daxûyaniyekê bal bire ser vê berxwedana li zindanan û destnîşan kir ku divê berxwedana şikandina tecrîdê tenê bi girtiyan neyê hiştin, li her derê gel bibe dengê berxwedêrên li zindanan. KONGRA GEL bang kir da ku xelk têkoşîneke xurt bike.
Dîwana Hevserokatiyê ya KONGRA-GEL têkildarî berxwedana gireva birçîbûnê ya girtiyên siyasî ya ji bo şikandina tecrîdê û azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan daxuyaniyek da. KONGRA GEL got, "Ji bo tecrîdkirina Rêber Apo bi dawî bibe, berxwedana greva birçîbûnê a bi dor a girtiyên azadiyê di zindanan de 145 (îro di roja 146'an de ye) roj li dû xwe hiştin . Bi heman armancê berxwedana gelê me ya li Wargeha Mexmûrê 124 (îro di roja 125'an de ye) roj temam kirin û berxwedana penaberên Kampa Lavrionê jî 107 (îro di roja 108'an de ye) roj li pey xwe hiştin."
Armanc şikandina tecrîdê ye
KONGRA GEL bal bire ser wê yekê ku, armanca berxwedanê beriya her tiştî ji bo Rêber Abdullah Ocalan in û wiha dewam kir: "Em hemû berxwedêran pîroz dikin, silav û rêzên xwe pêşkêş dikin. Berxwedana herî bi wate û pîroz a ji bo Rêber Apo ye. Pîvana jiyaneke azad û bi rûmet, azadiya Rêber Apo ye. Ji bo vê armancê jî pêngava yekemîn şikandina tecrîda li Îmraliyê ye.
Dewleta dagirker a Tirk bi tecrîda li Îmraliyê, tecrîd li ser gelên Tirkiye û Kurdistanê bi giştî pêk anî. Desthilatdariya AKP û MHP’ê ji bo ku pergala faşîzmê gav bi gav ava bikin, berî her tiştî tecrîdeke giran li Îmraliyê pêk anîn. Ji ber vê yekê jî tekoşîna dijî faşîzmê pêwîst e di destpêkê de li dijî tecrîda Îmraliyê xwe bi rêxistin bike. Ji ber lawaziya tekoşînê, girtiyên azadiyê di zindanan de ev berpirsyarî hildan ser milên xwe."
Her kes divê bi berpirsyariya xwe rabe
KONGRA GEL xwest zindanî bi tena serê xwe neyên hiştin û wiha dewam kir: "Lê belê heger em şikestina tecrîdê tenê bi berxwedanên zindanan bixwazin, ev ne wijdanî ye û ev yek nayê qebûlkirin. Pêwîst e gelê me li vê berpirsyariya xwe ya dîrokî xwedî derkeve. Pêwîst e hêzên li dijî faşîzmê, li Kurdistan û li Tirkiye û li derveyî welat, bibin dengê berxwedana hezeran girtiyên azadiyê yê li zindanan.
Şikestina tecrîda li Îmraliyê pêngava yekemîn a pêngava 'dema azadiyê' ye. Şikestina tecrîdê bi awayekî daîmî, li ser bingeha têkçûna faşîzmê û dagirkeriyê pêkan e. Têkçûna faşîzm û dagirkeriyê, azadiya Rêber Apo û ya gelê me ye. Li ser vî esasî em bang li gelê xwe dikin da ku li hemû deveran bibin dengê berxwedêrên li zindanan. Em di vê demê de bi çalakiyên dewlemend seferber bibin. Derbarê rewşa Rêber Apo û berxwedanên zindanan de raya giştî agahdar bikin. Pergala faşîzma dewleta Tirk û tifaqên wekî Yekîtiya Ewropa teşhîr bikin. Dost û hevalbendên xwe mezin bikin."
NAVENDA NÛÇEYAN