MEDÎNE MAMEDOGLU

Ceylan Onkol, hîna 12 salî bû, 28’ê Îlona 2009’an, li gundikê Xambaz a ser bi gundê Kanîspî yê navçeya Licê ya Amedê, dema pezê xwe diçêrand, bi topeke hawanê ya ji qereqoleke dewleta Tirk hate avêtin, hate qetilkirin. Di salvegera 14’an a qetla vê zarokê de, em bi bavê wê Raîf Onkol re axivîn.

 

Bi saetan cenaze rawestandin

Raîf Onkol got, ji ber ku dozger nehat, 6 saetan bi cenazeyê keça xwe re li cihê bûyerê mane: “Dema ku dozger nehat, em çûn pêşiya qereqola Abali. Me cenaze radestî wir kir, pişt re me dîsa wergirt. Dema ku me wergirt, dozger ji me re got, ‘piştî ku we cenaze veşart, divê hûn dîsa werin Licê’. Wê rojê, ji ber ku kurê min, nerazîbûn nîşanî qewimînê da, demeke dirêj bû hedefa JÎTEM’ê. Bi caran gef lê xwarin û hate kirin nezaretê. Bi salan li malbata me zext kirin. Kurê min herî dawî ji neçarî koç kir.”

 

Keça te kê kuşt?

Onkol da zanîn ku fermandarê qereqola Abali, derbarê Ceylanê de fezlekeyek amade kir û tê de got, ‘Bi kesên çekdar re têkîliya wê heye’ û hewl da ser komkujiyê bigre û wiha dewam kir: “Piştî ku me cenaze veşart, ez û dayika wê, em çûn gel dozger. Dozger ji Salîhayê pirsî, ka keça te kê kuştiye. Salîhayê jî bersiv da û got, ’Ma tu nizanî kê kuştiye.’ Piştî îfadeyê dozger ji me re got, ew parçeyê gulleyê, li derve jî heye li gel dewletê jî heye. Dewlet e ev; ma qet dibêje sûcdar ez im. Keçmama Ceylanê Azîze, beriya salan, berê xwe da çiyê. Fermandarê qereqeolê, piştre fezlekeyek amade kir û tê de got, ‘Keçmama Ceylanê çekdar e, têkîliya Ceylanê û Azîzeyê bi hev re heye’. Xwestin ji bo keça min a 12 salî bibêjin, çeka wê hebû û ew xeter e. Digotin, Ceylan piştgiriyê dide Azîzeyê. Dîcle Avaşîn (Azîze Onkol) jî, sala 2016’an di şerê li Colemêrgê de, jiyana xwe ji dest da. 

 

Her roj diçe goristanê

Raîf Onkol da zanîn ku dayîka Ceylanê, Saliha her roj diçe ser gora Ceylanê û diyar kir ku êşa wê weke roja destpêkê ye. Onkol destnîşan kir ku polîtîkaya bêcezahiştinê, êşa wan zêdetir dike û got, “Weke malbat yekane daxwaza me, dadgehkirina kujerên Ceylanê bû. Lê ev daxwaza me ti carî nehate bersivandin. Her tişt di nava me de ma. Wê rojê çi qewimî, herkesî dît, lê qebûl nekirin. Dayika wê her roj diçe ser gora wê. Êşa zarokan cuda ye, yên hatiye serê wan, dikarin fêm bikin. Ne ez, ne jî dayika wê, ti carî em ê Ceylanê ji bîr nekin. Tişta wê rojê hate serê me, ti carî ez ê ji bîr nekim.”

 

Heta rû bi rûbûn nebe komkujî naqedin

Onkol diyar kir ku piştî Ceylanê bi sedan zarokên din hatine qetilkirin û kujerên wan nehatine dadgehkirin û got, “Her tişt wê bi rûbirûbûnê çêbe.” Onkol da zanîn ku heta emrê wan têrê bike, ew ê ji bo dîtina kujerên Ceylanê têbikoşin û di dawiyê de got, “Ji bo xwîna Ceylanê li erdê nemîne, me hertişt kir, em gelekî têkoşiyan. Me delîl hemû nîşan dan, lê ne kujer dîtin, ne jî kes dadgeh kirin. Dosyeya wê rakirin danîn ser refên bi toz. Tehamûlê wê tiştê jî nekirin ku navê Ceylanê li parkeke li Licê bikin. Ez nizanim êdî çi bibêjim. Dilê me gelekî şewitî. Piştî Ceylanê, gelek zarok hatin qetilkirin. Her zarokekî tê qetilkirin, zaroka me ye. Dewletê ev komkujî qebûl nekirin. Divê dewlet bi qetilkirina Ceylanê re rû bi rû bibe.”