Greva birçîbûnê li girtiyên li zindanên dewleta Tirk îro dikeve roja 139’an. Çalakiya girtiyên siyasî ku koma 28’an dewr girtibû, her 5 rojan bi komeke nû dewam dike.
Li Mexmûrê çalakiya greva birçîbûnê di roja 118’an de û ya li Yewnenistanê jî di roja 101’ê de dewam dikin.
Girtiyên siyasî yên ji doza PKK û PAJK'ê, di 27’ê Mijdara 2020'an de, bi armanca bidawîkirina tecrîdkirina Rêber Abdullah Ocalan û binpêkirinên mafên mirovan ên li hepsan zêde bûne, dest bi çalakiya greva birçîbûnê ya bêdem û bi dor kir.
NAVENDA NÛÇEYAN