130 malbatên din vegeriyan

În 28 Hezîran 2024 - 00:04

Li gor zanyariyan, ji komelgeha Şarya ya ser bi Dihokê, 130 malbatên Êzidî yên li derveyî kampan vegeriyan Şengalê.

Hat gotin ku ji bo vegera van malbatan çend rêxistinekî alîkarî kirine û ji bo her malbateke vedigere 1850 dolar alîkarî didinê.

Beriya niha jî Wezîra Koç û Koçberan a Iraqê Îvan Fayeq ragihandibû ku heta dawiya meha Hezîranê wê tevayî kampên koçberan ên li sinorê parêzgeha Silêmaniyê werin girtin. Her wiha heta dawiya meha Tîrmehê jî wê tevayî kampên koçberan ên li Herêma Kurdistan û Iraqê bêne girtin.

NAVENDA NÛÇEYAN

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.