13 hezar mexdûrên mayînan
Sêşem 4 Nîsan 2023 - 16:46
Saziya Mayînan a Hikumeta Herêma Kurdistanê ragihand ku li gorî daneyên berdestê wan heya niha 13 hezar û 500 kes li Herêma Kurdistanê bûne qurbanê bûyerên mayînan.
Doh roja cîhanî ya hişyarkirina mayînan bû. Saziya Mayînan a Herêma Kurdistanê bi boneya rojê daxuyaniyek derbarê hejmara kesên bûne qurbanê teqînên mayînan belav kir.
Li gorî daxuyaniyê heya niha 13 hezar û 500 welatî li Herêma Kurdistanê bûne qurbanê bûyerên mayînan.
Saziyê bang li welatiyan kir da ku bi ti awayî nêzî cihên mayîn lê hene û herêmên metirsîdar nebin. Bang li welatiyan hate kirin ku dest navêjin ti teqemeniyan û dema tiştek dîtin li hejmara telefonê ya 182 a saziyê bigerin.
NAVENDA NÛÇEYAN