13 bîrên avê yên nû

Nûçeyên Jiyan/Civak

Pêncşem 5 Îlon 2024 - 00:32

Bi rêya 15 bîran av ji bajarê Dirbêsiyê re tê peydakirin. Di vê dawiyê de 7 bîr rawestiyan û di encamê de av li bajêr kêm bû.

Îsal Şaredariya Gel bi şêniyên bajêr re civiyan û li pêşniyarên wan ên der barê projeyên xizmetguzariyê de guhdar kir. Li ser pêşniyarên şêniyan, şaredariyê 5 xetas bi cih kirin û di encama vê xebatê de 13 bîr xebitandin. Şaredarî dema av kêm bibe, tedbîreke din girtiye ku bi rêya sahrîcan avê ji şêniyan re peyda dike. Saziya Avê ji bo çareserkirina vê pirsgirêkê 5 xetas bi lêçûna 42 hezar dolar bi cih kirin û pê 13 bîr xebitandin.

ANHA/CAN ILÊWÎ

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.