• Di konferansa li dijî krîmînalîzekirina Kurdan de hat gotin, xala qanûna ceza ya Elman a 129b ji bo krîmînalîzekirina şoreşgeran e û banga hevkarî û piştgiriya xurttir li dijî vê krîmînalîzsayonê hat kirin.  

BERFÎN DENIZ/KOLN

 

Dawiya hefteyê li bajarê Elmanyayê Kolnê li Alte Feuerwacheyê, Buroya Hiqûqê Azadî, MAF-DAD û FED-MED´ê bi hev re li ser binpêkirinên mafan ên di çarçoveya qedexekirina PKK´ê de û li ser krîmînalîzekirina Kurdan konferansek li dar xist. 

Ji parêzerên Doza Dusseldorfê Edith Lunnebach, ji parêzerên dozên ji ber xala qanûna ceza ya Elman a 129b´yê Frank Jasenski, parlamentera eyaleta Hamburgê ya Die Linke (Partiya Çep) Cansu Ozdemir, xwediyê Weşanxaneya Mezopotamyayê Ali Kaya, aktîvîstê Kurd Mustafa Tuzak, endama desteya rêveber a Komeleya Hiqûq û Demokrasiyê ya Navneteweyî (MAF-DAD) parêzer Heike Geisweid, ji Buroya Hiqûqê Azadiyê Monika Morres, ji rêxistina alîkariya hiqûqî Rote Hilfe jî Henning V. Stoltzenberg jî beşdarî konferansê bûn. Di sê rûniştinan de neheqiyên ji salên 1980´yî ve li hezaran Kurdên li elmanyayê hatine kirin, hatin minaqeşekirin.

 

Stratejiyeke nû li dijî qedexeyê

Ji Buroya Hiqûqê Azadiyê Monika Morres axaftina destpêkê kir û got, ev 26 sal in ku Azadî destekê dide têkoşîna Kurdan û da zanîn ku îro jî halê 9 Kurd ji ber sedemên siyasî di hepsên dewleta Elman de ragirtîne. Wê biryarên herî dawî yên Dîwana Edaletê ya Yekîtiya Ewrûpayê jî bi bîr xistin û got, dewletên dinyayê di meseleya krîmînalîzekirina Kurdan de li heman cihî ne. 

Morres wiha dewam kir: “Krîmînalîzekirina Kurdan tesîrê li her kesî dike, ji ber wê divê her kes hestyar be. Beriya niha jî me li Munchen û Hannoverê 2 konferans li dar xistibûn û ev ya sisiyan e û em li NRW´ê vê konferansê dikin. Em ê meha çile bicivin û li dijî qedexekirina PKK´ê ya 30 salan stratejî û plansaziyeke nû bikin.” 

 

Krîmînalîzasyon bi her awayî dewam dike

Berdevkê peywendiyên derve yê Federasyona Civaka Azad a Mezopotamyayê (FED-MED) Yilmaz Gultekin jî got, “20 komele 12 meclîs, 4 komun û 20 klubên sporê yên federasyona me hene. Em bi komeleyên xwe wekî din hewl didin dersên Kurdî li dibistanan bên dayên û çanda xwe vejînin.” 

Gultekîn li ser krîmînalîzasyona li eyaleta NRW ya li dijî kurdan jî got, “Bi ser komele û malên endamên me de tên girtin, çalakiyên me bi awayekî kêfî tên astengkirin.” Wî behsa nimûneya Solin G. kir ya ku meqamên Elmanyayê hewl dan pasaporta wê desteser bikin. 

 

Piştgirî esasî ye

Ji parêzerên doza Dusseldorfê, Edith Lunnebach got, Elmanya jî hewl dide weke dewleta Tirk zextê li Kurdan bike û wiha peyivî: “Ji ber bûyerên li Tirkiyeyê, 5-6 salan aktîvîstêbn Kurd li Dusseldorfê hatin dadgehkirin. Hêviya me gelek bû ji vê dozê. Lê me dît ku dewleta Elamn li gorî berjewendiyên Tirkiyeyê tevgeriya. Ez piştgiriya miletê Kurd a dema dozê ji bîr nakim. Hola dadgehê û derve mişt bû ji mirovan. Li derve bi govendê û muzîkê wan dengê xwe gihand raya giştî.” Bi vî awayî wê îşaret bi girîngiya piştgiriyê kir.

Lunnebach bi bîr xist ku kesên di doza Dusseldorfê de hatin dadgehkirin, bi terorîzmê hatin tohmetbarkirin û got, lê bergiriya li heq û mafên xwe nebe ku “terorîzm” be: “Ji ber wê ji bo me ´terorîzm´ her ji gotinên wan e. Yekane tişta em li hemberî vê dikarin bikin piştgirî ye.”

 

Li Hepsan jî zexteke dijwar heye

Ji parêzerên dozên 129b´yê Frank Jasenski jî got, “Ev doz ji bo ku Kurd serê xwe bitewînin, hatine destpêkirin. Bikla ev doz çavên we netirsînin. tevgera azadiyê ya Kurdistanê ne terorîst e. Muwekilî min Ali Ozel silav li we kirin. Ez ê tiştên li vir em li ser bipeyivin jî ji wî re bibêjim. Li hepsan tedbîrên dijwar hene. Di navbera min û muwekilê min de parawanek heye. Bi îdîaya dibe ku talîmatên terorê bin, her name, nivîs û parastina ez didim muwekilê xwe û ew dide min, diçine ber destê hakimê xwendinê. Her wiha axaftinên bi Tirkî û Kurdî jî diîin ber destê heman hakimî. Ev hakimtî axaftinan dike dosya, dide Istîxbarata Elman û ew jî didin Istîxbarata Tirk. Ez li ber vê rewşê rabûm, û mala xwedê ava, biryareke erênî ji vê îtîrazê derket.”

 

Şoreşger divê bi hev re kar bikin

Di minaqeşeyên konferansê de hat gotin bi xala 129b ya qanûna ceza ya Elman, dewleta Elman rêxistinên şoreşger krîmînalîze dike û ev bang hat kirin: “Weke şoreşger divê em bên cem hev û xebatên bêhtir bi tesîr bikin.”