12 saet nakin 7 Euro jî!

Nûçeyên Jin

Sêşem 6 Tîrmeh 2021 - 04:52

OZLEM YAYAN
MA/WAN


Li Wanê jin ji xeynî karê malê diherin li nav erdan dixebitin. Rojê 12 saetan li nav erdan kar dikin û heqê wan 65 TL ye, bi hesabê Euro, ev pere hê nake 7 euro jî.   

Zubeyde Yîgît a 30 salî, yek ji wan jinên xebatkar e û ev nêzî 10 salan e ku li nav zeviyên firingiyan dixebite. Zubeyde dibêje, serê sibehê saet di 7'an de tên nav erd û heya 6'ê êvarî dixebitin, lê tenê ji bo navrojê saetekê bêhna xwe berdidin. 

Zubeyde dibêje, ew jî dizanin 65 TL pirr hindik e û wiha dipeyive: "Kêm e, lê em mecbûr in. Xwediyê îş ev qasî didin me. Carinan em hefteyê rojekê dixebitin. Karê me karekî zehmet e û sîgorteya me jî tine ye. Yanî heqê keda me bi dest me nakeve. A zehmet jî, tav e. Li van deran keda jinê bi ti awayî nayê hesibandin. Ev tişt tenê ne li Wanê, li her derî heye." 
 
‘Êvarî diçim malê, karê malê dikim’

Hameyî Yîgît a 35 salî jî ev 10 sal in vî karî dike û dibêje: "Hevalê min naxebite. Ez debara malê dikim. Em li nav zeviyê firingiyan dixebitin. Em firingiyan diçinin, wan dixin kaseyan û dişînin. Hema bibêje, em hemû karî dikin. Mêr jî tenê wan bar dikin. Gava tên çandin jî em tên dixebitin. Paşê em şitilan datînin û bi dû re jî em ser wan bi kîsikan digirin. Piştî vê jî em tevrikê dikin. Gava firingî mezin dibin em wan bi darikan ve girêdidin. Gava tam çêdibin jî em wan diçinin. Ez hem li vir hem jî li malê dixebitim. Gava êvarî diçim malê, karê malê dikim û xwarinê çêdikim. Li vir diwestim, gava diçim malê jî karine divê bikim hene. Heqdestê me rojane 65 TL ye. Tiştek jî pê nayê, lê em mecbûr in vî karî bikin." 

‘Ji ber êşê xew bi çavê me nakeve’

Esra Yîgît a 20 salî jî ev 8 sal in vî karî dike û di ber re jî ji bo zanîngehê li dersan dixebite. Esra jî wiha dipeyive: "Carinan serê sibehê em nikarin rabin ser xwe û bi şev jî ji ber êşa piştê xew bi çavê me nakeve. Lê ji ber ku em mecbûr in, em vî karî dikin. Em dixwazin hem ji bo xwe hem jî ji bo malbata xwe tiştekî bikin. Hindik be jî em alîkariya malbata xwe dikin. Lê heqê keda me bi dest me nakeve." 

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2025 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.