CÛDÎ SÎPAN ANHA / ŞEHBA
Dewleta Tirk a dagirker bi darê zorê penaberên Sûriyeyê ji Tirkiyeyê tîne û li herêmên di bin dagirkeriya wê û çeteyên wê de (Serêkaniyê, Girê Spî, Cerablusê, Efrîn û Idlibê) bi cih dike.
Tevî ku rayedarên Tirkiyeyê behsa vegera “dildarî” ya penaberan dikin û tevî ku nasnameya demkî ya Tirkiyeyê jî bi penaberên Sûriyeyî re heye, dewleta Tirk wan penaberan bi darê zorê li herêmên dagirkirî bi cih dike. Ew bi wê yekê dosyaya penaberên sûriyeyî îstismar dike û demografiyaya herêmê diguherîne.
Rojane 100 penaber tên şandin
Li gorî agahiyên ku çavkaniyan dane, dewleta Tirk a dagirker ji destpêka îsal de zêdetirî 2 hezar malbat di deriyê gundê Hemamê yê navçeya Cindirêsê re bi darê zorê şandin kantona Efrînê ya dagirkirî û li wir bi cih kirine. Her wiha zêdetirî 10 hezar malbat di deriyên Bab El Hewa yê li bakurê Idlibê û Bab El Selamê yê li Ezazê, deriyê Girê Spî û Serêkaniyê re jî anîne û li tevahî herêmên dagirkirî bi cih kirine. Anîna penaberan bi darê zorê û bicihkirina wan li herêmên dagirkirî dewam dike.
Heman çavkaniyan da zanîn ku dewleta Tirk a dagirker rojane nêzî 100 penaberan di 4 deriyên sînorî yên li herêmên Sûriyeyê re bi darê zorê dişîne herêmê. Tê destnîşankirin ku piraniya penaberên bi darê zorê ber bi herêmên dagirkirî ve tên şandin, ji gundewarên Hema, Hums, Şam û herêmên başûrê Helebê ne. Çavkaniyan destnîşan kir ku dewleta Tirk a dagirker bi deh hezaran penaberên sûriyeyî li navendên ragirtinê yên li bajarê Maraşê sekinandine ji bo ku di deriyên Cerablus û Bab El Selamê re bişîne gundewarê bakurê Helebê. Li aliyekî din, dewleta dagirker derbaskirin û bicihkirina malbatên çeteyên xwe jî li herêmên dagirkirî didomîne. Herî dawî dewleta Tirk 31`ê Tîrmehê 15 malbatên çeteyên xwe yên sûriyeyî ji xaka Tirkiyeyê veguhestin herêma Serêkaniyê ya dagirkirî.