11 sal hefs dane mamostayê Kurdî

Sêşem 5 Kanûn 2023 - 00:12

Li gorî çavkaniyan, rejîma Îranê 11 sal cezayê girtîgehê li mamostayê zimanê Kurdî Seywan Îbrahîmî yê li parêzgeha Sine birrî. Hat gotin dadgeha rejîma Îranê bi îdîaya ‘avakirina komên ji bo têkdana ewlehiyê’ 10 sal û bi îdîaya ‘propaganda li dijî hikûmetê’ jî salek cezayê girtîgehê li Seywan Îbrahîmî birriye.

Seywan Îbrahîmî hevjînê mamostaya zimanê Kurdî Zara Mihemedî ye. Par rejîma Îranê bi heman îdîayan 5 sal cezayê girtîgehê li Zara Mihemedî jî birrîbû, lê piştre li ber efûya giştî ket û hatibû berdan.

NAVENDA NÛÇEYAN

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2025 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.