11 gerîla bi çekên kîmyewî şehîd bûn

Çarşem 28 Kanûn 2022 - 00:47

  • HPG’ê ragihand ku di encama êrişên bi çekên kîmyewî yên dewleta tirk a dagirker de, li qada Sacayê 11 gerîla şehîd bûn û diyar kir ku wan bikaranîna çekên kîmyewî bi belge kirine û saziyên pêwendîdar dikarin lêkolînê bikin.

Li qada Sacayê 11 gerîla şehîd bûn. Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê têkildarî gerîlayên şehîd ev agahî parvekirin: ’’Li herêma Zapê, tunelên şer ên Şehîd Xursî yên li mintiqeya gundê Saca yê nehiya Şêladizê ya navçeya Amediyê ya Başûrê Kurdistanê ji meha Tebaxê ve dibin hedefa artêşa Tirk a dagirker. Tunelên Şehîd Xursî bi balafirên şer, obus, hawan û teqemeniyên qedexekirî hatin bombekirin, ji bejahî ve jî xwestin ku bi her cûre êrîşan van tunelan bixin. Hevrêyên me yên li vê derê bi performansa şer a çalak, li dijî dijmin çalakiyên bi bandor kirin, mehekê nehiştin ku dijmin xwe nêzî tunelên şer bike, derbên giran lê xistin û gelek malzemeyên dijmin bi dest xistin. Artêşa Tirk piştî êrîşên giran ên mehekê karîbû xwe nêzî vê tunela şer bike, li dijî tunela şer her cûre çekên kîmyewî û bombeyên qedexekirî bi kar anî, lê belê sê mehan li tunelên şer ên li Şehîd Xursî berxwedaneke destanî hate nîşandan û hevrêyên me yên li vê derê timî bi çalakiyan derbên giran li dijmin xistin. Tevî ku sê mehan çekên kîmyewî û bombeyên qedexekirî bi kar anî jî dijmin fêhm kir ku nikare li hemberî sekna gerîla ya fedaî encamê bi dest bixe û hîn bêhtir giranî da ser bikaranîna çekên kîmyewî.

Di encama bikaranîna çekên kîmyewî û teqemeniyên qedexekirî yên giran û bi rêk û pêk, 5'ê Mijdarê li tunelên şer ên Şehîd Xursî 11 hevrêyên me şehîd bûn. Wezareta şerê taybet a di bin fermandariya Hûlûsî Akar de ye, eşkere kir ku şehadeta van hevrêyên me di şer de bûye, lê derew kiriye. Bi vê derewê hewl daye ku sûcê şer ê bi çekên kîmyewî veşêre. Hûlûsî Akar ê kîmyewî û sûcdarê şer, bêyî ku li ber xwe bikeve îdîa kir ku çekên kîmyewî bi kar neaniye, lê belê eşkere bû ku artêşa Tirk beriya ji Saca bireve di vê bûyerê de gelekî çekên kîmyewî bi kar aniye û bûye sedema şehadeta 11 hevrêyên me. Eşkere ye ku 11 hevrêyên me bi çekên kîmyewî şehîd bûne, dîmenên wan hatiye kişandin û bi belgekirin. Em vê gavê guncav nabînin ku van dîmenan bi raya giştî re parve bikin. Em dikarin bidin saziyên pêwendîdar ên mijarê lêkolîn bikin û sûcên şer ên dewleta Tirk piştrast bikin. Cihê ku ev hevrêyên me lê şehîd bûn nêzî gundê Saca yê nehiya Şêladizê ya navçeya Amediyê ya Başûrê Kurdistanê ye û em radigihînin ku yên bixwazin bên dikarin werin, yên dixwazin lêkolînê bikin jî em dikarin li gorî derfetan alîkariyê bidin wan.

Di serî de malbatên welatparêz ên hêja yên van hevrêyên me bila serê gelên Kurd û Ereb sax be.

 

Agahiyên li ser nasnameya hevrêyên me yên şehîd bûne wiha ne:

Ferman Kerîm (Mesût Eren), li Şirnexê jidayîk bûye, 5’ê Mijdara 2022’an li Zapê şehîd bû.

Sabrî Cîlo (Xemgîn Şahînoglu), li Colemêrgê jidayîk bûye, 5’ê Mijdara 2022’ê li Zapê şehîd bû.

Jînda Serhed (Eylem Akgûn), li Wanê jidayîk bûye, 5’ê Mijdara 2022’an li Zapê şehîd bû.

Helmet Viyan (Bawan Mihemed), li Silêmaniyê jidayîk bûye, 5’ê Mijdara 2022’an li Zapê şehîd bû.

Dilşêr Reqa (Ebîd Ebdilah), li Reqa jidayîk bûye, 5’ê Mijdara 2022’an li Zapê şehîd bû.

Adar Çiya (Canda Îsmaîl), li Amûdê jidayîk bûye, 5’ê Mijdara 2022’an li Zapê şehîd bû.

Harûn Firat (Yûnûs Alkan), li Wanê jidayîk bûye, 5’ê Mijdara 2022’an li Zapê şehîd bû.

Arvîn Tolhildan (Pervîn Muhammed), li Kobanê jidayîk bûye, 5’ê Mijdara 2022’ê li Zapê şehîd bû.

Azad Pirsûs (Îsmaîl Çelîk), li Ûşakê jidayîk bûye, 5’ê Mijdara 2022’an li Zapê şehîd bû. 

Hêvî Welat (Sîlvana Mihemed), li Helebê jidayîk bûye, 5’ê Mijdara 2022’an li Zapê şehîd bû.

Sefkan Adar (Îsa Kûrtay), li Îdirê jidayîk bûye, 5’ê Mijdara 2022’an li Zapê şehîd bû.

HPG derbarê jiyan û tekoşîna gerîlayên şehîd de jî van agahiyan dide;

 

FERMAN KERÎM

Hevrêyê me Ferman di nava PKK'ê de bi ciwantî gelekî bi pêş ve çû, xwe gihand asta fermandariyê, her tim li ser xeta fedaîtiyê meşiya û bû fermandarê pêşeng. 

 

SABRÎ CÎLO

Hevrêyê me Sabrî di her firsendê de diyar dikir ku wê rê nede êrîşên nemerdane yên dijmin û bi vî rengî bawerî û biryardarî da derdora xwe, ev helweseta xwe heta dawiyê dewam kir, bû çavkaniya hêz û moralê ji hevrêyên xwe re. 

 

JÎNDA SERHED

Herî dawî li çeperên berxwedanê yên Şehîd Xursî weke fermandara YJA Starê wezîfe kir, berxwedana li vê derê ji destpêkê heta dawiyê bi sekna fermandariya pêşeng meşand.  Di encama êrîşên giran ên çekên kîmyewî de hevrêya me Jînda şehîd bû. 

 

HELMET VIYAN

Hevrêyê me Helmet ku ji heman eşîra ji pêşengên jinûve avakirina PKK'ê hevrêya me Şehîd Viyan Soran û xizmê wê bû, ji zarokatiyê ve bala xwe çû ser partiya me PKK'ê. Hevrêyê me Helmet û hevrêyên din ên bi îradeyeke xurt a Apoyî şer kirin, li ser jiyana azad biryara xwe dan û di encama êrîşên bi çekên kîmyewî yên giran de şehîd bû.

 

DILŞÊR REQA

Hevrêyê me Dilşêr li nava malbateke ji gelê me yê Ereb li Reqayê ji dayik bû. Bi hevrêtiya xwe ya ji dil, bi tevlîbûna xwe ya fedakar û bi kesatiya xwe ya wêrek li nava hevrêyên xwe bû cihê hezkirinê. Mîna 10 hevrêyên xwe yên şehîd bûn, heta ku şehîd bikeve ji îradeya Apoyî tawîz neda.

 

ADAR ÇIYA

Hevrêya me Adar, herî dawî di eniyên şer ên Şehîd Xursî de ji helwesta xwe ya milîtanîyê tawîz neda û ji berxwedanê re pêşengî kir, bi vê ruhê berxwedanê careke din nîşanî hemû cîhanê da ku îradeya Apoyî têk naçe û bi her tiştî dikare.

 

HARÛN FIRAT

Jiyan û şerê fedaî yê hevrê Harûn ê ku di berxwedana dîrokî ya Zapê de hemû berpirsyariyên xwe bi cih anî û bi dilsoziya xwe ya bi xeta şehîdan re bû milîtanekî hêja yê partiya me, bêguman wê ji aliyê hevrêyên wî veşer bi serketinê were tacîdarkirin. 

 

ARVÎN TOLHILDAN

Hevrê Arvîn ya ku  bi hevrêyên xwe re di encama êrîşa hovane ya bi çekên kîmyewî ya ji aliyê artêşa Tirk a qirker ve hat kirin de şehîd bû, wê bi biryardarî û vîna xwe ya bênavber rêya têkoşîna me ronî bike.

 

AZAD PIRSÛS

Hevrêyê me Azad ku heta dawiyê li eniyên şer bi îradeyeke mezin pêşengiya berxwedanê kir, li vir jî bê teredut sekna xwe ya fedaî domand. Weke milîtanekî mînak ê sekna xwerêveberiyê ya Apoyî, hevrêyê me Azad ku mîrateyek têkoşînê ya bêdawî ji hevrêyên xwe re hiştiye, wê her tim di têkoşîna me de bijî.

 

HÊVÎ WELAT

Hevrê Hêvî ku di temenê xwe yê ciwantiyê de tev li nava refên têkoşînê bû û veguherî milîtaneke bijartîya ku ji aliyê partiya me PKK’ê ve hatiye afirandin, mîrateyeke têkoşînê ya xurt ji hevrêyên xwe re hişt ku ew ê di hemû jiyana xwe de li pey wan bin.

 

SEFKAN ADAR

Hevrêyê me Sefkan li dijî êrîşên nemerdane yên dijmin bi tevlîbûna xwe ya bi moral hêz da hevrêyên xwe, bû mînakeke mezin a jiyan û daîmîkirina berxwedanê. Em ê têkoşîna azadiyê ya ku hevrêyê me Sefkan bi bawerî û biryardarî meşand, di şexsê wî de bi hişmendiya ku hêjayî şehîdan hemûyan bibin, bi serketinê tacîdar bikin."

BEHDÎNAN

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.