100 wêneyên sala 2023’an

Nûçeyên Jiyan/Civak

Pêncşem 23 Mijdar 2023 - 00:27

  • Kovara “Time” ya Emerîkî ya heftane, 100 wêneyên herî baş ên nûçegîhanên fotografan neqandin. Di nava van fotografan de fotografekî Sertaç Kayar jî heye. Kovara Time bi van fotografan balê dibe ser bûyerên ku li dinyayê qewimîne û berbirsayariya fotografan ya di van bûyeran de.

Kovara heftane ya “Time” ku li Dewletên Yekbûyî yên Emerîkayê (DYE) derdikeve, yek ji kovarên herî bi nav û deng e li dinyayê. Ew ji sala 1923’yan ve weşana xwe dewam dike û weke kovara yekem a heftane ya Emerîkayê tê zanîn. Kovar bi nûçeyên xwe yên polîtîk û her wiha bi bergên xwe her tim di rojeva dinyayê de ye.

Kovara Time, herî dawî 100 wêneyên herî bi tesîr û baş ên sala 2023’yan neqandin. Di nava van wêneyan de ji Kurdistanê jî wêneyek heye. Wêneyê rojnameger Sertaç Kayar ku ji Reutersê re girtiye jî di nava van 100 wêneyan de cih digire. Sertaç Kayar wêneyê xwe piştî erdheja Mereşê de ya ku tesîr li Entab, Semsûr, Amed û Efrînê kiribû ya di 6’ Sibatê girtiye. Wêneyê Sertac Kayar li Amedê hatiye girtin. Tîmên ku xelkê ji bin kavilan xelas dikin, keçeke piçûk xelas kirine û keçik li ser sedyeyê dirêj kiriye. 

Di nav wêneyên hatine neqandin de ji Îsraîl, Xeze, Lehistan, Efxanistan, Mexico City, Ukrayna, Fas, Nîjerya, Yewnanistan, Ermenistan, Tirkiye, Emerîka û gelek welatên din ên dinyayê hene.

Bi nihêrîneke din bûyeran zelal dikin

Derhênera dîmenan Katherine Pomerantz derbarê wêneyên bi tesîr ên sala 2023’yan de got; “Em ber bi dawiya saleke din ve diçin. Wênegir bi wêneyên di nav salê de careke din me matmayî dihêlin. Her wiha ew bi nihêrîneke din û rêyên cuda qewimînên li dinyayê jî nîşanî me didin. Carna em wêneyê serokkomarekî, carna yê protestoyekê û carna jî yê çalakiyeke werzîşê. Ev wêne tenê têkiliyên di navbera insanan de nîşan nadin, ji xeynî agahdarkirinê her wiha nihêrînên nû jî raberî me dikin, bi saya van wêneyan em dikarin bi çavekî din bi bûyerên li dinyayê qewimîne dakevin û van bûyeran binirxînin.”

Giraniya etîkbûnê û berpirsyarî

Katherine Pomerantz bal bire ser girîngiya karên nûçegihanan ya li hember berhemên aqilê çêkirî û got, “Di sala 2023’yan de dîmenên ji hêla aqilê çêkirî ve hatine hazirkirin, pirr popûler bûn. Ji ber vê yekê, karê nûçegîhanên ku fotografan digirin, girîngtir bû. Nûçegihanên fotografan digirin, dibin şahidê gelek bûyerên ku li dinyayê diqewimin. Ew bi fotografên xwe bûyer û qewimînên tevlîhev hinekî din zelal dikin, ji lewma jî karên ku dikin muhim in û ti aqilekî çêkirî nikare fotografekî ku nûçegîhan di dema bûyerê de girtiyem çêbike. Ji ber ku nûçegihan rastiyê tînin ziman, barê berpirsyariyeke giran li ser milê wan e. Divê ew ji her wextî bêhtir rastiyê bînin ziman û bi awayekî etîk tevbigerin. Pêdivî bi vê yekê heye.”

Ji bo hûn 100 wêneyên sala 2023’an ku Kovara Time neqandiye bibînin lînk û koda QR li jêr e;

https://time.com/6337364/top-100-photos-2023/

Wêne 1: Piştî erdheja 6´ê Sibata 2023´yan li Amedê hêzên hewarê û xelk keçekê ji bin xirbeyan xilas dikin. Sertac Kayar wêne ji bo Reutersê girtiye.

Wêne 2: Şivanê li aliyê çepê Józef Klimowski û yên din keriyê miyan dibin bajarê Nowy Targ ê Lehistanê, li başûrê welêt. Maciek Nabrdalik 8´ê Cotmehê wêne ji bo The New York Times/Redux girtiye.

Wêne 3: Piştî erdheja li Mexrebê, li ser rêya li rex termînala otubûsan a Marakeşê kesek di konekî wî ji xwe re çêkirî de dimîne. Nacho Doce wêne 10´ê Îlonê ji bo Reutersê girtiye. 

NAVENDA NÛÇEYAN

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2025 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.