100 şehîdên perwerdeya Mexmûrê
Sêşem 3 Gulan 2022 - 22:30
- Li Wargeha Penaberan a Şehîd Rustem Cûdî (Mexmûr) bi boneya şehadeta Fermandarê PKK’ê, Mehmed Karasungur, şehîdên perwerdeyê hatin bibîranîn.
Li Wargeha Penaberan a Şehîd Rustem Cûdî (Mexmûr) bi boneya şehadeta Fermandarê PKK’ê, Mehmed Karasungur, şehîdên perwerdeyê hatin bibîranîn.
Li Wargeha Penaberan a Mexmûrê, 2’yê Gulanê ji ber ku salvegera kadroyê pêşeng ê PKK´ê Mehmed Karasungur e (1982), roja bibîranîna şehîdên warê perwerdeyê ye.
Merasîma bi boneya rojê bi tevlîbûna tevahiya malbatên şehîdên perwerdê û mamosteyên wargehê, li dibistana Şehîd Mehmed Kurt dest pê kir.
Piştî rêzgirtina ji bo şehîdan, sînevziyoneke li ser jiyan û têkoşîna şehîdên perwerdeyê yên wargehê hat nîşandan.
Mamoste Mele Elî Sipêrtî jî ji bo bibîranîna şehîdên perwerdê helbest xwendin. Di merasîmê de belgeya rumetê dan Malbata Şehîd Amara Cûdî (Cihan Kapar) ya ku 8’ê Gulana 2021’ê li Avaşînê şehîd bûbû. Malabata yekê ji Fermandarên QSD’ê Xebat Orhan a bi nasnav Xebat Marînos a ku li gel 8 şervanan di pêngava Gurzê Gelan de şehîd bûbûn jî belgeya rûmetê wergirt.
Mamosta Sedîq Benekji bo roja şehîdên perwerdê got: “Em şehîdên Kurdistanê û yên perwerdê bi bîr tînin. Di konferansa perwerdê de me biryar daye ku roja şehadeta Şehîd Mehmed Karasungur bibe roja bibîranîna şehîdên perwerdê û hersal di 2’yê Gulanê de, em tevahiya şehîdên wargehê yên warê perwerdê bi bîr tînin.”
ROJNEWS/MEXMÛR