100 caran qanûn binpê kirin

Nûçeyên Dîaspora

Duşem 30 Çile 2023 - 01:31

Rêveberên payebilind ên desthilatdariya AKP-MHP'ê guh nadin qanûn û hişyakirinên rêveberiya Berlînê, li Elmanyayê giranî da ser karên hilbijartinê.

Herî dawî civîna wekîlê Nevşehîrê yê AKP'ê Mûstafa Açikgoz a 13'ê Çileya 2023'an a li bajarê Neussê karên hilbijartinên yên AKP'ê yên li Elmanyayê xistibû rojevê. Eşkere bû ku karên hilbijartinê yên desthilatdariya AKP-MHP'ê ji vê yekê gelekî zêdetir e.

Di hejmara îro ya rojnameya 'Welt am Sonntag' de ku rojên Yekşemê tê weşandin, li ser mijarê nûçeyek hate weşandin. Li gorî nûçeyê, ji meha Îlonê û vir ve gelek siyasetvanên ji hikûmeta Tirk li Elmanyayê zêdeyî 100 civîn/kombûn li dar xistin. Rojnamevan Eren Guvercîn ê li Kolnê, belgeyên li ser civînan kom kirin. Di nûçeyê de ku li gorî belgeyên van civînan hate amadekirin, wezîr jî di nav de gelek siyasetvanên hikumeta Tirk beşdarî van civînan bûne.

 

Guh nedan hikûmeta Elman

Piştî ku Açikgoz ê AKP'yî li Neussê gefa kuştinê li Kurdan û muxalifên rejîma Erdogan xwarin, Wezareta Karên Derve ya Elman bang li Sefaretxaneya Bilind a Tirk kir û ji bo çalakiyên bi heman rengî dubare nebin, ew hişyar kir. Lê belê li gel vê jî di nava 10 rojên dawî de jî payebilindên AKP’ê bi alîgirên xwe re kom bûn.

Mînak, Wezîrê Çandiniyê yê Tirk Vahît Kîrîşçî ji bo fûara 'Hefteya Kesk' çûbû paytexta Elmanyayê Berlînê, û gelek caran li qadên li raya giştî vekirî bi alîgirên xwe re kom bû û li ser hilbijartinê axivî. Her wiha Yekîtiya Demokratên Navneteweyî (UID) ku saziya lobiyê ya AKP'ê ye li Elmanyayê, di 20'ê Çile de civîneke bi navê "Bernameya Sedsalê ya Tirkiyeyê" li dar xist û Kîrîşçî di vê civînê de qala sozên ji bo hilbijartinê kir.

 

Rayedarê hikûmetê bi ADUTDF´ê re rûnişt

Alîkarê Wezîrê Karên Derve yê Tirk Yasîm Ekrem Serîm ku ji bo danûstandinên fermî hefteya bihurî çûbû Elmanyayê, Serokê Giştî yê ADUTDF Şenturk Dogrûyol jî di nav de bi şefên komên faşîst ên Tirk re rûnişt. ADUTDF ku saziyeke sîwanî ya nijadperestên Tirk e û weke dûvikê MHP'ê xwe bi rêxistin dike, ji aliyê Rêxistina Saziya Parastina Destûra Bingehîn a Elmanyayê ve ku saziya istîxbarata navxweyî ye, weke ‘tehlûke’ tê pênasekirin û tê şopandin.

ANF/KOLN

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2025 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.