10 wutuwêj legel Dr.Seevan Saeed (237)

Hesen QAZÎ nivîsand —

Şemî 7 Îlon 2024 - 00:46

Brêgzît (2)

Qazî: Ew meseley Common Market  be cêgay xoy belam xudî endametî le Yekêtî Urûpa da le salî çend bû?

Sîvan Se'îd: Le salî 1973 destî pêkrid, le salî 1981 şeş wulat bûne endam, û le 2002 ke common currency, parey hawbeş durust bû le 2002 da û le 2002 da be tewawî implement  kira, cê becê kra ew kate îdî naweke be tewawî bûwe be Yekêtî Urûpa û Yekêtî Urûpa ew cûre şikley girtûwe ke êsta hemane, 28 dewlete, ewe Yekêtî Urûpa etwanîn her le salî 1973we hîsabî ewe bikeyn durust bûwe belam le salî 1981we be fê'lî ewey heye etuwanîn bilêyn Birîtanya têy daye, legel Yonan û çend wulatêkî tir, şeş wulat.

Qazî: Le ser Birîtanya biseknîn ziyatir çunke girîng e. Lew maweye da diyare munaqeşeyek, her ew demî partîye siyasîyekan wekû nwêneranî xelkî Birîtanya ke dengyan dawe bo ew meseleye ke bêne naw Yekêtî Urûpa le duway ewe da diyar e be pêy ew peymannamaney ke Urûpa bûyetî û ew peymannamaneş her zû zû taze kirawnetewe, tenanet duway peymannamey Lîsbon wa bizanim le salî 2004 û qanûnêkî bineretî bo ew Yekêtî Urûpaye heye ke hemû çuwarçêwekanî le ber çaw girtûwe. Lew pêwendîye da diyare her yek le wulatanî Urûpayî, her yek lew 28 wulatey ke endamin ke heta êsta Birîtanyaş her endame ewane debê parey endametî biden, yekêk lew şitaney ke kêşey le ser bû le Birîtanya, ke renge le rêfrandomeke da cêgay munaqeşe nebûbê ewe bû ke ême hemîşe mecbûr bûyn pareyekî zor bideyn bo endametî belam le muqabîl eweşda Yekêtî Urûpaş ke wez'î hemû wulatanî endamî le ber çaw bû û zor îmkanî ewe hebû ke yarmetî malî bikrê be pirojey cor be corî ke le çuwarçêwey Yekêtî Urûpa û le çuwarçêwey wulatanî endam da berêwe deçê. Ew meseleye yekêk le meselekan bû le rabirdû da, mijarêkî duwemîş ke lew rêfrandomey duwayî da zorî leser royiştin û munaqeşeke hate serî meseley hatin û çûnî xelik bû, ke xelkêkî zor rûy le Birîtanya kirdûwe, meseleyekî dîkeş le rûy huqûqîyewe bû çunke wek dezanî le pêş Yekêtî Urûpa da le zemanî Şûray Urûpa da ke 47 wulatî têda endamin dadgayek heye be nawî Dadgay Mafî Mirovî Urûpayî ke ew dadgaye le ser binemay beyannamey cîhanî mafî mirov  kar deka û de rastîda îşrafî heye be ser tewawî ew wulataney ke de çuwarçêwey Şûrray Urûpa da endamin. Zor car şikayet le Turkya kirawe. Eger zehmet nîye layene cor be corekanî ew kêşaney ke Birîtanya heybûwe pêş rêfrandomeke bas bike!

Sîvan Se'îd: Ewey le pêş rêfrandomekewe tenha debate êk bûwe le naw parliman da û qise kirdin bûwe le ser ew siyasîyaney ke le her dû partîye gewrekan û partîye piçûkekanî trîş qise le ser ewe bûwe ke çend be qazancmane le barî abûrî û le buwarî mafî mirovîş ke lem duwayiye bû be debate, ême eger le naw Yekêtî Urûpa da bimênînewe çend ême serwerî xoman, sovereignty  xoman le naw Yekêtî Urûpa da wekû Birîtanya le dest derçûwe be hoy ewey ke hêndêk le hêzekanî naw Lndon dirawe be Bruksel û Straburg. Eme debatey gewre bûwe belam hemîşe qise le ser ewe kirawe ke êkonomî le pêşewey hemû ew şitaneweye çunkû le halî qezayî da, le halî mafî mirov û ewane da Birîtanya  şewtêkî zorî birîwe û komegî kirdûwe be Dadgay Mafî Mirovî Urûpaş bo ewey ke qanûnyan be şêweyekî baştir bibê egerçî le hendê buwar da Dadgay Mafî Miovî Urûpa pêşkewtûtire le Dadgay Birîtanî bo meseley mafî mirov be taybetî û meseley radest kirdnewey xelkêkî biyanî ke tuhmey têror ya xeter dijî berjewendî Birîtanyayan xirawete esto. Ewe Dadgay Mafî Mirovî Urûpa pêşkewtûtire heta ew qanûne le Birîtanya, belam abûrî eslî meselekeye. 

Qazî: Ba yek beyek boy biçîn carê ew meseleye rûn keynewe. Yanî Birîtanyay kebîr, dewletî Birîtanya wekû state wekû dewlet ew kêşey çîye legel ew beyannamey mafî mirov ke le ser esasî ewe Yekêtî Urûpa boçûnî bo mafî mirov diyarî deka, û Dadgay Mafî Mirovî Urûpa be pêy ew peymanname cîhanîye decûlêtewe.

Sîvan Se'îd: Dadgay Mafî Mirovî Urûpa rebtêkî mubaşîrî  nîye be 27 dewletewe û der hatinî Birîtanya le Yekêtî Urûpa ne be menfî ne be musbet xeterêkî nîye le ser ewey Dadgay Mafî Mirov. Yanî muşkîley Birîtanya wekû halî qezayî legel Dadgay Mafî Mirovî Urûpa da nabê bew kanale da birwa ke pêy dewtirê hatne derewey Birîtanya lew yekêtîye.

Qazî: Başe muşkîley Birîtanya çîye legel ew peymannameye? Î'trazekey çîye?

Sîvan Se'îd: Muşkîlekey eweye ke Birîtanya natuwanê baştir xoy biparêzê be taybetî le meseley têror û le meseley parastinî sinûrekanî le xelkî bêgane û biyanî ke xeterin bo ser emnî qewmî yaxud qîmete dêmokrasîyekanî naw Yekêtî Urûpa. Bo numûne le keysî çend kesêk ke be têror gunahbar kirawin wekû ebû qetade ya ebû hemzey mîsrî.

Qazî: Ewane Birîtanya wederî nan

Sîvan Se'îd: Belê. Ewe cêgay rexneye le layen mafî mirovî Yekêtî Urûpawe, mehkemey Urûpî ke emane nabê îxrac bikrên çunkû muşkîleyan heye le Ordon û le Mîsir eger binêrdirênewe bo wulatî xoyan. Belam Birîtanya muşkîleyekî ewey nîye ke ewan çîyan lê dê le duwayî da. Bo numûne le keysî wulatekanî tirî Urûpa da eger numûney ebû hemzey mîsrî ya ebû qetade hebê ewane nanêrdirênewe bo wulatî xoyan wekû Birîtanya ke muşkîley ewey nîye. Mafî mirovî Urûpa rêge lewe egrê.

Qazî: Yanî mebestî berêzt eweye ke bo Birîtanya ke Konvasyonî Jênêvî îmza kirdûwe? 

Sîvan Se'îd: Belê konvanisyonî jênêvî salî 1951-î îmza kirdûwe.

Qazî: Be pêy ew konvanisyone kesêk ke le wulatêk da dejî û eger le wulatî xoy derkewtibê û binêrdirêtewe ew wulatey ke lêwey hatûwe û lew wulate xeterî giyanî le ser bê leber 'eqîdeyekî siyasî ke heybûwe be şêwey normal be pêy ew konvasyone nakrê ew kare berêwe biçê. Yanî Birîtanya ke ewey îmza kirdûwe muşkîley legelî çîye?

Sîvan Se'îd: Ew muşkîleyey bewe hel kirdûwe le aktî 1998 û 2008-î mafî mirov, Human Tights Act, yanî layheyekî qanûnî ye, ewey gutûwe ke le haletî îstîsnay da ke qise le ser emnî qewmî bê, konvanisyonî salî 1951-î Jênêv be hend wernagîrêt le naw Birîtanya da. Meselen to eger be pêy 1951-î Jênêv biroyt le her şwênêk da bot heye bijît. Birîtanyay 'Uzma amade nîye ew feqeraney naw Konvanisyonî Jênêv qebûl bika û xunsay dekatewe bew ektane.

Qazî: Îstîdlalî dîke ya îhtîcacî dîke ke nabê bikewête jêr îşraf û qerarî Dadgay Mafî Mirovî Urûpayî çi bû? Şitî dîke

Sîvan Se'îd: Birîtanya pêy waye ke ewan dirêjtirîn mudet xawen xîbrey qanûnîn.

Qazî: Yanî le ser ewe yekdengî heye le nêwan partîye siyasîyekan?

Sîvan Se'îd: Rastî mixabin lem exîrewe bû be hoy ewey ke bikrê be wereqeyekî fişar bo şer kirdin le nêwan Partî Parêzgaran û Partî Kirêkaran da. Belam wekû xelkî xebîr le qanûn da belê yekdengîyek heye.

Dirêjey heye…

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.