Brêgzît *

Hesen QAZÎ nivîsand —

Yekşem 22 Îlon 2024 - 16:36

  • Yanî ew şitey ke cêgay te'ecube eweye ke Birîtanya le pozîsyonêkî zor zor baştir da bû le her dewletêkî tirî naw Yekêtî Urûpa. Le pêwendî be azadî hatuço kirdinî xelk bo wilatekey ew, meselen ew pêwendîyey ke le nêwan Feranse û Birîtanya da heye ya her wilatêkî dîkey Yekêtî Urûpa da heye hîç hudûdêk nîye. Belam hudûdêkî zor mezin hebû lewê ke be hasanî xelik ne deperîyewe bo ew ber.

Sîvan Se'îd: Yanî ew şitey ke cêgay te'ecube eweye ke Birîtanya le pozîsyonêkî zor zor baştir da bû le her dewletêkî tirî naw Yekêtî Urûpa. Le pêwendî be azadî hatuço kirdinî xelk bo wilatekey ew, meselen ew pêwendîyey ke le nêwan Feranse û Birîtanya da heye ya her wilatêkî dîkey Yekêtî Urûpa da heye hîç hudûdêk nîye. Belam hudûdêkî zor mezin hebû lewê ke be hasanî xelik ne deperîyewe bo ew ber. Eger Yekêtî Ewrûpaş bûytaye meselen be pasportewe lanî kem kontirolêkî weha heye le hemû metarekan lew portaney ke heye beynî Yekêtî Ewrûpa û Birîtanya da, yanî Yekêtî Ewrûpa nazêkî gewretrî Birîtanyay heldegirt lem maweye da, ne parey gorîwe, ne hudûdekanî bew şêweye xirapin bo numûne wekû Almaniya, wekû Nemsa/ Otrîş, emane ke be asanî xelik le Asiyawe dêne ewê, Birîtanya zor le wane parêzraw bû. Azadî cûle nakrê be tenha le lay Yekêtî Ewrûpawe hîsab bikrê bew şêweye ke Birîtanya eyewê. Eger azadî cûle hebê ebê ewaney ke Birîtanîn le derewe çend azadin le Yekêtî Ewrûpa da be dilî xoyan îş biken û debê ew sê mîlyoney Yekîtî Ewrûpaş ke le Birîtanyan be azadî wekû her şarumendêkî tirî Birîtanya le naw Birîtanya da bimênnewe. Eme dekate azadî.
Qazî: Êsta bêyne ser hemûpirsîyeke xoy. Wekû gutra ew hemûpirsîye le manêfêstî programî Torîyekan da hebû, le helbjardinî salêk û şitêk lewey pêş ke serkewtin û berêz David Camaron serokwezîrî pêşû û serokî pêşûy Partî Konsêrvatîv yan Torîyekan basî ewey kird bû ke ewan ew meseleye berêwe deben û murace'e deken be bîrurray giştî bo ewey bizanin le çuwarçêwey Yekêtî Urûpa da bimênin yan nemênin. Diyare le tarîxî Yekêtî Urûpaş da hetakû êsta rûy dawe wilatêk bibête endam û duwaye derkewê; ewîş wilatêke ke bo xoy sovereign nîye, wate wilatêkî naserwer be nawî Greenland ke le Emrîkaye belam ser be Danmarke ke wabizanim le salî 2007 yan 2009 bû ke hêndêk xudmuxtarî ziyatrî le Danmark wergirt, durgeyekî zor gewre nîye û nizîkey pencawsê hezar danîştûy heye, pêy wabû bew xudmuxtarîyey ke ziyatir buwe qerarî da wekû ew wilate le Yekêtî Urûpa bête derê. Pêm xoş bû eger dekrê hêndêk basî xudî kempeyneke bikeyn aya le helumercêk da ke pazdehemîn xulî pêşbirkêy fûtbalî Urûpa hebû ke sê tîmî Birîtanyayî, Înglîstan û Kamrî û Îrlendî Bakûr têyda beşdar bûn, tenanet komarî Îrlendîştî têda beşdar bû aya pêt wa heye lew serubende da ewe be taybetî wa helbijêrdira bû ke lew wexte ew hemûpirsîye bikrê yan berêzit çonî debînî? le barî timingewe, helbijardinî katekey?
Sîvan Se'îd: Birwa nakem be hîç şêweyek rebtî bewewe hebûbê belam sutfeten ewe ber kewit û serkewtinî ew sê tîmeyş bo xoy cêgey ewe bû ke çon tuwanîyan biçne naw kêberkêy Yekêtî Ewrûpawe çunke salanî rabirdû zor be narehet Weylz (Kamrî), Ingiltera be taybetî debû.
Qazî: Weyilz nawe Inglîzîyekeyetî boxoyan delên Kamrî
Sîvan Se'îd: Belam ewey ke 23-î June yan dana ewe her corêk bû lewey 'adeten helbljardinî Birîtanya le pêncî mangî pênce, le pêncşemeyek da dekrê le mangî pênc da, ewe ewelî mangî pênce lew wexte da dekrê belam ew kate helbijardinêk hebû ke helbijardinî beledîyeye, helbijardinî şarewanîyekane leber ewe xiraye şwênêkî 'elahîde ke boxoy bikrête mangî şeş başe ye'nî rebtêkî nebû be pêşbirkewe belam wextekey wextêkî weha bû ke çuwarmangêk lew katey da ke serokwezîr witî min êsta belênekey xom ke par êwe gwêtan lê bû belênim da eger bibmewe be serokwezîr min dest bikem bewe ke qise bikeyn le ser ewey ke rey êwe werbigrîn le ser ewe wekû xelk aya le naw em Yekêtî Urûpa da bimênînewe yan na û min belênekey xom dênmecê û le bîst û sêy şeş da dest pêdekeyn û pirsyarekeş zor hasan ebêt her ewendeye aya detanewê bilên belê yan nexêr. 
Qazî: Hêndêkman bas kird belam dû layeke meseley tîblîxatyan çon bû, îmkanatyan çonawçon bû û eger eweş çir keynewe nek le nêwan dû partî da belkû le dû cebhey ke le beranber yektirî dabûn. Çunke tenanet le rêklamî bernamekeman da ew grûpe le rayedaranî Partî Konsêrvatîvman nîşan da ke layengirî derkewtin bûn layengirî brêgzît bûn.
Sîvan Se'îd: Ewey ke zor zor calib û cêgey eweye ke însan helwêstey le ser bika eweye ke eme bû be hoy şeq kirdinî her dû partîye gewreke. Yanî xelkêk le naw Partî Parêzgaran da, Partî Konsêrvatîv birway wa bû ke bimênînewe de Yekêtî Urûpa da û xelkêkîş le naw heman partî da hêzî serewe le endam parlmanekanyan, le berêweberanî her dû partîyeke birwayan wa bû ke birone derewe leber ewe kempeyneke zor ciyawaz bû. Meselen debînî serokwezîrî pêşûy Birîtanya Gorden Brown legel serokwezîrî emroy, ew kate ewîş bû be pêşû, David Camron da beyekewe kempeynyan dekrid bo manewe çunke her dûkyan birwayan be manewe hebû le katêkda parêzgaran, torîyek û leybirêkîş be heman şêwe pêkewe eweyan dekrid yanî eweyan le bîr xoyan debirdewe ke em muşkîlaney emro hatûwe, em kempeyne destî pêkirdûwe xetay Partî Parêzgaran, torîye emeyan le bîr xoyan birdbûwewe şereke şerî ewe bû bimênnewe yan biron. Meselen xelkî zor benawudeng le naw Partî Parêzgaran David Camron boxoy, Theresa May  ke êsta serokwezîre ewane legel manewe da bûn. Borîs Johnsn û Gove û çendîn xelkî dîke ke zor benawbang û bilêyn wezîr bûn le hukûmet da, ewane hemû legel royiştin da bûn. Û her yekeyan argumêntî xoy hebû bo ewey ke bimênînewe çone. Ewey ke be lay minewe zor calibe eweye ke eme şor bûyewe bo naw xelik û meseley riq bûn le yektirî û qise kirdin le ser eme ke eme axrî dinyaye yan debê bimênînewe yan debê biroyn bû be şitêkî komelgey nek tenha siyasî.
Qazî: Xeyrî ew dû partîye siyasîye wekû nwêneranî xelik duyare basî UPIK(partî serbexoyî şanşînî yekgirtû) îşman kird ew partîyey ke çarde le sedî dengî hênawe le helbijardin da belam le ber sîstimî helbijardin le Birîtanya tuwanî tenya nwênerêk binêrête nêw parliman. Ew partîyeş zor be germ û gur layengirî hatne derewey Birîtanya bû le Yekêtî Urûpa. Helwêstî sendîka kirêkarîyekanî gewre çon bû?
* 10 wutuwêj legel Dr.Seevan Saeed (239)
Dirêjî heye…

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.