Brêgzît (3)
Qazî: Zor başe êsta bêyne ser meseley rebate yanî parey endametî ke debê bidrê. Ewe ta çi radeyek kêşey lê saz bûwe?
Sîvan Se'îd: Eweş dîsan wekû beşêkî kartî fişarî siyasî bekar hat û wekû argumêntêkî hendêk car be na rastîş bekar hat lewey ke pareyekî zor dedrê be Yekêtî Urûpa û dedrê be wilate feqîrekan, eger xway nexwaste Turkya bête naw Yekêtî Urûpa yan Albanî bête naw Yekêtî Urûpawe ew kate parekey ême ebê ziyatir bê bîdeyn be wan belam hîç reward êk, hîç bexşişêk lewêwe nayetewe bo êre ke le rastîda eslekey weha nebû û wehaş nîye.
Qazî: Wextêk basî dekeyn ke degeyne netîcey helbijardineke
Sîvan Se'îd: Belam argumêntî tir le piştî ewewe nexêr Yekêtî Urûpa pirojey heye û pirojekey be yeksanî dabeş eka be ser ew 508 mîlyon xelkey ke lew wilatane da heye her yekey be pêy cem'îyetî xoy, meselen eger dû piroje le wilatêk da hebê ke pênc mîlyon xelkî heye, çuwarde piroje le wilatêk da debê ke çil mîlyon xelkî heye bo numûne, ye'nî be pêy ew 'eded û hemû dewletekan le parliman da le serî rêk kewtûn, yanî le naw Birîtanya da çendîn pirojey gewrey Yekêtîy Urûpa heye, pirojey kultûrî, pirojey kiştukalî, pirojey sermayeguzarî bo qîta'î geştuguzar hemû ewane be fondî Yekêtî Urûpa dekrên û lem laşewe pareyek texsîs kirawe, rebate wekû cenabit elêy debê hem Birîtanya, hem Feranse, hem Almaniya hemû parekanyan bixene ew sindûqewe ke sindûqî berêwebirdinî karekanî Yekêtî Urûpaye ye'nî eme hîç îradêkî nîye. Belam be kar hênanî ew dû argumênte ewe ekewête xizmet ew bekarhênane siyasîyey ke bo derkewtin le Yekêtî Urûpada be kar hat ya xud manewe le Yekêtî Urûpa da le layen ew kesane ke kempeynyan dekrid bo manewe.
Qazî: Leser ewe ziyatir deroyn, meseleyekî dîkeş heye, le cereyanî berêweçûnî hemû pirsîyeke yan pêş ewîş ke meseleke dehate gorê pêwendî peyda dekirdewe be meseley penaberan, yan durusttir biyaniyan. Ême dezanîn ke nizîkey sê mîlyon le şarumendanî wilatanî Yekêtî Urûpa le wilatî Birîtanya dejîn, le wilatanî Birîtanya da dejîn yanî le çuwar wilateke, le Ingilîstan, le Bakûrî Irlend, le Wêlz ya Kamrî û le wilatî Skatlend. Lew wilatane da nizîkey 3 mîlyon şarumendî wilatanî Urûpayî dejîn û le muqabîl eweşda nizîkey mîlyonêk û qusûr le şarumendanî Birîtanyayî le wilatanî Yekêtî Urûpa da dejîn. Basî ewe dekrê ke zorbey ew kesaney ke xelkî Yekêtî Urûpan û le wilatî Birîtanya dejîn be taybetî le beşî pizişkî û dermanî le NHS da xizmetî zor gewreyan kirdûwe be Birîtanya û her weha le buwarî akadêmîk da û le buwarî hêzî cewanî kar da. Be taybetî le Bakûrî Ingilîstan, ew cûre karaney ke renge xelkî asayî Ingilîsî boxoyan neyken belam hêzî karî cewanî ke bo numûne le Lehîstan/ Polonya ra dê ew erkane radeperênê. Ewe narastewrast pêwendî peyda dekatewe be meseley penaberan. Çunke ewe wez'êkî taybetîye leber ewey le çuwarçêwey Yekêtî Urûpa da penaber ferqî heye legel ewey ke to şarumendî wilatêkî belam le wilatêkî dîkey Urûpayî dejî. Dezanî ke meseley koçberan le mawey salî 2016 da zor be şêweyekî berbilaw teqîyewe, ew rêkewtney ke le nêwan Turkya û Yekêtî Urûpa kira, yan wergirtinî penaberan be taybetî ew penaberaney ke le Sûryawe dên. Yan ew beşe penaberey ke Birîtanya dayna û ziyatir le bîst hezar kesî qubûl nekrid. Ew meseleye çende meseleyekî serekî bû?
Sîvan Se'îd: Be rastî tesîrî zor zor gewrey hebû le ser ewe ke encamî hemû pirsîyeke ewe bê ke xelkî Birîtanya zorîyan, le seda penca û dûyan deng biden be derçûn le Yekêtî Urûpa.Ewe bû ke ew mewzû'e kira be mewzû'êkî zor zor gewre ewîş be têkel kirdinî dû şit be taybetî ewaney ke kempeynyan bo derkewtin dekrid, be taybetî Partî serbexo, UKIP û ewaneş ke le naw Partî Parêzgaran da bûn, ewane têkeliyan kird ew kesaney ke be qanûnî hatûnete ewê û beşêkin le Yekêtî Urûpa legel ew kesaney ke be naqanûnî dên û lêşawêkî xelke û le şwênî tirî derewey Urûpa ra dên. Hemûyan wekû yek package pîşan da ke be rastî xelkî derewey Birîtanî hatûn û jiyan le ême têk eden û îşekanman eben û ême bê îş emênînewe û benefit man exon û mecmû'eyek lew cure dîbeytane ke sîhetyan be tewawî nebû. Ewe way kird ke zorbey xelik ke be tewawî le meseleke halî nebûn qazancî xelkêk ke le Lehîstanewe hatûn bo ewey ke lêre îş biken çendeye û zerîrşyan çendeye. Çende ewan tax û pare eden bem wilate û çende qazancyan heye emane lêk nedrayewe be mezbûtî tenha kesêk ke wityan eme xelkî Birîtanya nîye û Ingilîs nîye û le eslî meseleke Birîtanî nîye îdî bûye cêy ewe ke emane nefretyan lê bikrê tûre bibin lêyan û hendêk be fîzîkîş şitî xirap rûy da le çendîn şar û şaroçkekan. Yanî bû be mewzû'êk ke gewretir kira le eslî meseleke.
Qazî: Dezanîn ke dewletî Birîtanya wekû hêzêkî kewnaray kolonyalîstî legel zorbey cîhanî derewey xoy, derewey durgey Birîtanya le pêwendî da bûwe heta geyiştûwete em ser ewserî dinya, Emrîkay Latîn, her cêyek temaşay bikey, Rojhelatî Nawerastî xoman. Û leber ewe têkelawîyekî zorî legel dinya heye û her boyeş bêcgele ew peymannameyey Yekêtîy Urûpa, be rêgay wilatanî haw menfe'et îş ew pêwendîyey legel derewe heye, her boyeşe ke meseley penaberan û hatnî muhacîrîn bo ew wilate bîyewê û neyewê şitêke le rabirdû ra hebûwe wate ewe diyardeyek nîye ke rastewrast bestrabêtewe be endametî le Yekêtî Urûpa da. Lêre da demewê şitêk bas bikem ke renge bo bîneranî ême çawrakêş bê ewîş eweye katêk Yekêtî Urûpa be pêy qanûnî bineretî xoy hem erkî heye le beranber wilatanî endam da û hem pêy waye ke wilate endamekanîş hêndêk wezîfeyan be estoweye ke debê cê becêyan biken, belam le heman katîşda rêgay dawe be endamanî bo numûne xudî Birîtanya ke hêndêk lew şitane qubûl neken bo numûne yekêtî pare, Birîtanya egerçî endam bû belam euroy qebûll nebû û her pawendî xoy bekar dêna yan wilatî swêd her kronay xoy be kar dênê û euroy bekar nehênawe ewe yek, duwemîş le ser hat u çû kirdinî azadane le heman kat da ke le çuwarçêwey Yekêtî Urûpa da kesêkî ke şarumendî Yekêtî Urûpa bê boy hebû, diyar e êstaş boy heye ke le Inglîstan da bijî, lewê kar bika û lew îmtyazaney ke dewletî rîfah le wilatî xoy deydatê lewêş kelik wergirê le xizmetî pizişkîyewe bigre ta dega be bazarî kar. Belam le heman kat da bo meseley hat û çû nek bo endamanî Yekêtî Urûpa belam bo xelkî dîke, bo numûne bo Schengen ke bo zorbey endamanî wilatanî Urûpa bir deka, Birîtanya ewey tetbîq nedekrid. Aya ewe zemîneyek nebû bo ewey ke ew ziyaderoyiyane pêwîstî be hatne der le Yekêtî Urûpa bihênête gorê yan çonawçon bû?
Dirêjey heye…
parvê bike
Nivîsên Hesen QAZÎ
10 wutuwêj legel Dr.Seevan Saeed (246)
9 teşrînê
10 wutuwêj legel Dr.Seevan Saeed (245)
2 teşrînê
10 wutuwêj legel Dr.Seevan Saeed (243)
19 cotmeh
Brêgzît *
22 îlonê