Dengvedana kuştina Nasrallah

Nûçeyên Cîhan

Duşem 30 Îlon 2024 - 00:51

Sekreterê Giştî yê Hizbulaha Lubnanê Hesen Nasralah pêr ji aliyê Îsraîlê ve hate kuştin, Hizbulahê jî vê yekê piştrast kir.

Piştî kuştina Nasralah ji Iraq û Îranê nerazîbûnên tund hatin. Serokwezîrê Iraqê pêr bi şev daxuyaniyek belav kir û ragihand ku kuştina Hesen Nasralah suce.

Sudanî kuştina Hesen Nasrallah şermezar kir û diyarkir ku bi kuştina Nasralah, Îsraîlê hemû xetên sor derbas kirine. Sudanî Nasralah weke ‘şehîdê rêya rast’ binav kir û li Iraqê jî 3 roj şîn ragihand. Hêjayî gotinê ye pêr Rêberê Olî yê Îranê Elî Xamineyî piştî kuştina Nasrallah birin herêmeke ewlekariya wê bilind. Xamneyî diyar kir ku xwîna Nasrallah wê li erdê nemîne û ragihand ku li Îranê 5 roj şîna neteweyî hatiye ragihandin.

NAVENDA NÛÇEYAN

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.