Serokê Lijneya Xizmetguzarî ya li Parlamena Iraqê Elî Hemedawî bi daxuyaniyekê ragihand ku di çarçoveya guhertinên îdareya serokwezîrê Iraqê de, 10 walî wê ji wezîfeyê bên dûrxistin: “Ji ber ku di erkên xwe de xemsariyê dikin, 10 walî ji wezîfeyê wê bên girtin. Di projeyasaya giştî ya Iraqê de, sindoqa hebûnê heye û divê ev sindoq ji bo bajaran bi başî were bikaranîn. Ev waliyên hatine guhertin jî ji ber ku nikarin bi adilane kar bikin û projeyên girîng li herêmê pêk bînin, tên guhertin. Di dema bihurî de zêdetirî 87 rêveberên giştî ji erkên xwe hatine dûrxistin û kesên din hatine bicihkirin.”

NAVENDA NÛÇEYAN